Dadgeha Bilind beraeta kujeran pejirand

Daîreya Ceza ya 1'emîn a Dadgeha Bilind biryara beraetê ya doza têkildarî 19 kuştinên kiryar nediyar ên di navbera salên 1993-1996'an de pejirand.

Di doza têkildarî 19 cînayetên kiryarên wan nediyar ên di navbera salên 1993-1996’an de hatibû vekirin de Midûrê Giştî yê Polîsan ê demê Mehmet Agar, Serokê Daîreya Kontrteror ê MÎT’ê Mehmet Eymur û tîmên taybet di nav de derbarê 18 kesan de biryarên beraetê hatibûn dayîn. 1’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind biryarên beraetê yên di dozê de hatibûn dayîn pejirandin. 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê derbarê bersûc Abbas Semîh Suerî, Alper Tekdemîr, Ayhan Akça, Ayhan Çarkin, Ayhan Ozkan, Enver Ûlû, Ercan Ersoy, Îbrahîm Şahîn, Lokman Kulunk, Mehmet Kemal Agar, Mehmet Korkût Eken, Mûhsîn Korman, Nûrettîn Guven, Seyfettîn Lap, Ûgûr Şahîn, Yûsûf Yuksel ên ji sûcê “Di çarçoveya xebatên rêxistina çekdarî ku bi armanca sûc bike hate avakirin de bi zanebûn kuştin” dihatin darizandin de biryara beratê da.

Piştî ku Dadgeha Îstînafê biryar xera kir, 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku dosya jê re hate şandin, heman biryar da. 1’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliye ya Herêmî ya Enqereyê (Îstînaf) îtîraz temam kir û vê carê biryara beraetê di cih de dît. Dadgeha Îstînafê ya biryar da ku ji aliyê cînayetên Behcet Canturk û Abdulmecît Baskin dosya ketine demboriyê, biryarên beraetê yên ji bo cînayetên din hatine dayîn jî di cih de dîtin.

1’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind, lêkolîna îtîraza ku di 7’ê cotmehê de li Dadgeha Îstînafê hatibû kirin temam kir û ji bo dosyayê biryar da. Dadgeha Bilind ji aliyê hin cînayetan ve biryar da ku biryara demboriyê bê dayîn. Dadgeha Bilind a ev beşa dosyayê rast kir û pejirand, ev rewş nekir sedema xerakirinê. Dadgeha Bilind serlêdanên wekîlê Raîfe Baskinê, Eren Baskin û Bulent Gurkutê yên temyîzê bi hinceta dema temyîzê derbas bûye qebûl nekirin.