AKP gelekî li çekan xerc dike

Aborînas Ozgur Muftuoglû anî ziman ku ji ber krîza aboriyê teserûf tê ferzkirin, lê belê lêçûnên li çekan zêde bûye û got, "AKP razemeniya herî zêde li vê derê dike."

LÊÇÛNÊN LI ÇEKAN

Aborînasê Kar Ozgur Muftuoglû anî ziman ku ji ber krîzê mirov nikarin debara xwe bikin, nikarin xwe têr bikin û rexne kir ku ji bo pîşesaziya şer barekî din li pişta van mirovan tê kirin.

Li gorî pêşnûme qanûna ku AKP'ê ji bo peydakirina çavkaniyeke nû ya ji Fona Piştgiriya bi Pîşesaziya Parastinê re pêşkêşî Meclîsê kir, ji kartên kredî yên ku lîmîta xwe di ser 100 hezar lîreyî re ne, wê salane 750 TL parek ji bo pîşesaziya parastinê bê wergirtin. Halbûkî hikumetê ji bo 'Budçeya Parastinê' par 529 milyar lîre, sala 2024'an jî nêzî 971 milyar lîre veqetand. Aborînas Ozgur Muftuoglû ji ANF'ê re axivî û anî ziman, AKP a ku budçeyeke mezin ji aboriya şer re veqetandiye bi gotina 'Îsraîl wê êrîşî Tirkiyeyê bike' têgihiştineke nû ya gefê afirandiye û bi rêya vê yekê hewl dide pereyan ji mirovan kom bike.

LÊÇÛNÊN LI ÇEKAN ZÊDE DIBIN

Muftuoglû bi bîr xist ku mehên biharê bi pêşkêşkirina erkekê ji Serokkomar re bingeha vê guhertinê hate amadekirin û got, "Hin guhertinên di vê der barê de xistibûn rojeva Meclîsê. Ev guhertin li ser erka zêdekirina li budçeyê ya Serokkomar bû. Li gorî vê guhertinê erk dida Serokkomar ku eger di mijara piştevaniya pîşesaziya parastin û modernîzasyona artêşa Tirk de kêmanî hebe wê Serokkomar karibe budçeyekê veqetîne. Yanî hewldaneke welê hebû ku ji bilî budçeyê çavkaniyek ji pîşesaziya şer re dihate amadekirin. Qada sereke ya ku AKP vê dema dawiyê giraniyê dide ser û razemeniyê lê dike, pîşesaziya çekan e. Li gorî rapora Lêçûnên Leşkerî yên Navneteweyî ya Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI) pîşesaziya parastinê ya li Tirkiyeyê di sala 2024'an de li gorî sala 2023'an ji sedî 37 zêde bûye. Em dibînin ku di armancên ji bo sala 2028'an jî timî zêdebûnek heye. Demeke dirêj e di rojeva hikumeta Tirkiyeyê de ye ku pîşesaziya çekan teşwîq dike û vê yekê jî bi giranî pêk tîne. Bi vê yekê jî pesnê xwe dide. Di hilbijartinên sala 2023'an de keştiya şer anî, SÎHA û ÎHA pêşkêş kir. Bi kurtasî lêçûnên ku AKP dema dawî li çekan dike gelekî zêde ye."

ATMOSFERA 'GEFEKÊ' AFIRAND

Ozgur Muftuoglû anî ziman ku li gelek qadan ji ber krîza aboriyê teserûf tê kirin, lê belê di mijara biçekbûnê de lêçûn zêde bûne û got, "Krîza aboriyê heye û qaşo wê teserûfek bê kirin. Ji perwerdeyê heta bi birin û anîna xwendekaran ev yek tê kirin. Zarokan didin meşandin. Ji paqijiya dibistanan teserûfê dikin, zarok birçî diçin dibistanê, yan jî ji tenduristiyê û hwd. teserûfê dikin. Lê belê hem di jiyana nepixandî ya desthilatdariyê hem jî pêşkêşkirina çavkaniyan ji sermayeyê re teserûf nîne. Di heman demê de ji bo meseleya biçûkbûnê jî teserûf nîne. Ev qad li derveyî vê mijarê hatine hiştin. Lewma çavkanî têrê nake, budçe têrê nake. Difikirin ku vî barî careke din li pişta gel bikin. Ji bo vê rewa bikin, Erdogan li meclîsê di axaftina xwe de diyar kir ku Îsraîl wê gefê li Tirkiyeyê bixwe. Ti bingeheke xwe ya ji bo vê îdîayê nîne. Difikrin ku bi gotina 'Bila mîna Lubnan, Fîlîstîn, Sûriyeyê li me neyê' û 'Ji bo welê li me neyê jî divê em hîn bêhtir giraniyê bidin ser çekan, razemeniyê lê bikin' atmosfereke gefxwarinê biafirîne. Mînak, meseleya S-400 heye, pereyê wê hate dayin, welê disekine. Li aliyê din projeya F-35 heye, ji wê re jî bi milyaran dolar hatiye dayin. Ev pere hemû ji çavkaniyên ku di xizmeta gel de teserûf kirin hatin peydakirin."