Komîteya Çalakiyê ya Filistînê: Herikîna petrola ku Xezeyê dişewitîne rawestînin

Komîteya Çalakiyan a Fîlîstînê ji bo şermezarkirina rejîma AKP'ê û hevkarên wê yên ku sewqiyata petrolê bi dewleta Îsraîlê ya ku gelê Filistînê li Xezeyê bi saxî dişewitîne didomîne, ji Tunela Taksîmê heta Qada Şîşhaneyê meşiyan.

Komîteya Çalakiyê ya Filistînê sewqiyata petrolê ya di ser Tirkiyeyê re ji bo dewleta Îsraîlê ya ku êrîşên xwe yên qirkirinê li ser Filistîn û Libnanê bi israr tê didomîne li Stenbolê şermezar kir. Komîteya Çalakiyan a Fîlîstînê ji Tunela Taksîmê heta Qada Şîşhaneyê meşiyan û peyama "Îsraîl a qirker û hevkarên wê yên sûc wê hesab bidin” dan.

Di meşê de pankarta “Êrîşên siyonistan rawestînin. Herikîna petrolê ya ku Xezeyê dişewitîne rawestînin” hilgirtin û timî dirûşmeya "Qatil Îsraîl, hevkar AKP" berz kirin.

Gozde Ekicî li ser navê Komîteya Çalakiya Filistînê ya li qada Şîşhaneyê daxuyanî xwend. Gozde Ekîcî diyar kir ku 100 sal in mêtinger hewl didin Filistîniyan ji axa wan derxînin û cendirmeyê wan Îsraîl hîn bêhir xwînê dirijîne. Gozde Ekîcî anî ziman ku herikîna petrola ku di ser Tirkiyeyê re ber bi Îsraîl û artêşa wê ve dewam dike. Gozde Ekîcî diyar kir ku Holdînga Zorlu xizmetên stratejîk ên wek teknolojiya leşkerî û ceyran da artêşa Îsraîlê ya qirker û wiha got: “Ev hevkariyên stratejîk ên ku bi Îsraîl a qirker re hatin avakirin, mirinê li ser gelê Filistîn û herêmê dibarîne. Heta ku ev têkîlî qut bibin em ê wek dostên gelê Filistînê li kolanan bin û dev ji daxwazên gelê Filistînê bernedin."