BI DÎMEN

Cenazeyê Apê Nemir bi merasîmeke bi heybet hate veşartin

Yek ji sembola berxwedana Kobanê û şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Apê Nemir duh ji ber êşa dil li Kobanê şehîd bû. Îro jî bi merasîmeke bi heybet cenazeyê wî spartin axê.

Duh bi daxuyaniyeke fermî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şehadeta yek ji sembolên berxwedaniya Kobanê Apê Nemir ku di nava berxwedaniya Kobanê de cih girtî û ruxmî temenê xwe yê mezin Kobanê ber neda, îlan kirin. Îro bi merasîmeke bi heybet li goristana şehîd Dîcle cenazeyê Apê Nemir ê ji ber krîza dil şehîd bû, spartin axê.

Piştî deqeyek rêzgirtinê Endamê Fedrasyona Gaziyên Şer ê Kantona Firatê Ismaîl Elî axivî û soza şopandina riya şehîd da û got: "Apê Nemir bi temenê xwe yê mezin di nava hemû kolan û taxên Kobanê de di çeperên şer de cih girt. Bi temenê xwe yê mezin soz bi vê axê da û heta dawiyê li ber xwe da. Em jî weke gaziyên şer soz didin ku em ê heta dawiyê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin û heta dawiyê bi ruhê hevaltî li ber xwe bidin."

Li ser navê Meclîsa Jinan a Kantona Firatê Leyla Ehmed jî anî ziman ku berdêla vê dozê pir girane û got: “Em ê berdêlê bidin û azadiyê misoger bikin. Ev rastiye, bila her kes bizanibin madem berxwedanî heye tu kes nikare li hemberî me bisekine. Di nava şerê Kobanê de dema ku Rêber Apo seferberî îlan kir, Apê Nemir jî ji destpêkê ve di nava berxwedaniyê de cih girt.”

Ji Rêveberiya Meclîsa Leşkerî ya Kantona Firatê Îsmaîl Îsmaîl axivî û wiha got: “Em ê şopdarê Apê Nemir bin. Apê Nemir bi welatparêziya xwe xwedî li Kobanê û gelê xwe derket. Di berxwedaniyê de cihê xwe girt û li hemberî hovîtiya dagirkeriyê li ber xwe da. Xalê nemir bû mînaka berxwedaniya Kobanê ya Sedsalê."

Hevjîna Apê Nemir Şemsê Mihemed jî got: “Qelenê vê dozê kezeba me ye û em ê kezeba xwe û zarokên xwe jî ji bo azadiyê bikin feda. Dema ku min parçeyek ji kezeba xwe da min zanîbû ku ez ê hîna jî ji bo vê dozê bidim û ne poşmanim. Apê Nemir her digot divê em xwedî li şehîd û Rêberê xwe derkevin. Em di rêya rast de diçin."

Piştî axaftinan wesîqa şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Cenazeyê şehîd bi berzkirina dirûşmeya dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.