Ji bo Karkerên Fernas rêya muzakereyê hate vekirin

Karkerên Fernas ragihandin ku di encama berxwedana wan a ji Somayê heta Enqereyê dewam kirî de, rêya muzakereyê hate vekirin.

Endamên Sendîkaya Karkerên Madenê yên Serbixwe (Bagimsiz Maden Îş) ku li navçeya Soma ya Manîsayê de şîrketa Madenvaniya Fernasê de dixebitîn û ji ber endamtiya sendîkayê ji kar hatin derxistin, dest bi çalakiyê kiribûn. Karkeran çalakiya xwe veguhestibûn Enqereyê û di roja 14’an de li Parka Kurtuluşê didome.

Parlamenterên DEM Partiyê Omer Faruk Hulaku, Gulderen Varli, Ozgul Sakî, Gulcan Kaçmaz Sayyîğît, Kamuran Tanhan û Rêxistina Bajar a Enqereyê di tevahiya şevê de li gel karkeran bûn.

Di vê navberê de Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder têkildarî rewşa karkeran li Meclisê bi Nasiroglû re hevdîtin kir. Onder piştî hevdîtinê hate parqê û li vir daxuyanî da. Onder got ku ji destpêkê heta niha ew li cem karkeran cih digirin û Onder da zanîn ku Nasiroglû qebûl kiriye ku li herêma madenê bi karkeran re hevdîtinê bikin, dê kesekî mexdûr nekin û mutabeqeteke lihevkirî were çêkirin.

Karkeran jî spasiya Onder kirin.