Edîtora ETHA'yê Pinar Gayip hate binçavkirin

Edîtora ETHA'yê Pinar Gayip ku ji ber îfadedayinê çû qereqolê hate binçavkirin.

Parêzer Sezgîn Keleş ku ji ber sûcê “êrişa zayendî” ceza lê hatibû birîn, bi hinceta ku edîtora ETHA’yê Pinar Gayip derheqê bûyerê de nûçe çêkiriye, giliyê Gayipê kir.

Gayip a ji bo îfadeyê çû qereqolê, bi hinceta ku di dosyayeke cuda de derheqê wê de biryara girtinê heye, hate binçavkirin.

Têkildarî dosyayê agahî nehatin bidestxistin. Gayip, li Qereqola Şehît Sînan Acar a li Kocamûstafapaşayê tê ragirtin.

Tê payîn ku Gayip piştî kontrola tenduristiyê sewqî edliyeyê bê kirin.