Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikin, careke din serlêdan kirin.

SERLÊDANA JI BO HEVDÎTINÊ

Serlêdana ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Suzan Akîpa û Emran Emekçî ve hate kirin.

Parêzerên ku serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Îmraliyê dan, her wiha ji bo muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.

Ji 25’ê Adara 2021’an ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê wergirtin.