Leşkeran êrîşî çalakiya Dayikên Aştiyê kirin: Dayik hatin binçavkirin

Dayikên Aştiyê li dijî şer li navçeya Silopiyayê li hev civiyan. Leşkerên Tirk êrîşî çalakiyê kirin û gelek Dayikên Aştiyê binçav kirin.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê li bajaroka Tilqebîn a navçeya Silopiya ya Şirnexê bi dirûşma "Ji şer re na, aştî niha" hatin ba hev. Gelek Dayikên Aştiyê yên Amed, Wan, Êlîh, Mêrdîn, Colemêrg, Riha, Sêrt û Mêrsînê beşdarî çalakiya li nêzî Deriyê Sînor ê Xabûrê hat lidarxsitin bûn.

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sabahat Erdogan, Zeynep Odûncû û gelek kes tevlî çalakiya dayikan bûn.

Leşkerên Tirk êrîşî dayikên bi çepik û tilîliyan rawestiyabûn kirin.. Di encama êrîşê de gelek Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin.