Nêzî 200 akademîsyen piştgirî dan karkarên Fernasê

Nêzî 200 akademîsyen ji bo piştgiriyê bidin karkerên Fernasê yên ji ber endamtiya sendîkayan ji kar hatin avêtin û li Enqereyê di çalakiyê de ne kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin.

Karkerên madenê yên di şîrketa Fernas Madenê ya parlamenterê AKP'ê Ferhat Nasîroglû li navçeya Soma ya Manîsayê de dixebitîn, ji ber ku bûn endamên Sendîkaya Karên Madenê ya Serbixwe ji kar hatin avêtin. Karker 13 roj in li Parka Kûrtûlûş a navçeya Çankaya ya Enqereyê li ber xwe didin. Ji bo piştgiriya vê berxwedanê 196 akademîsyenan dest bi kampanya îmzeyan kirin.

Akademîsyenan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku daxwazên karkerên madenê mafên xwe yên qanûnî û li gorî destûra bingehîn e. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Tirkiyeyê di sektora pîşesazî û madenê de şert û mercên nemirovî yên kar tên dîtin û wiha hat gotin, "Me 10 sal berê li Somayê dît ku karkerên madenê berdêla vê yekê bi canê xwe dan. Niha jî karkerên madenê yên di heman hewzê lê aîdî madeneke din ji bo bi heman çarenûsê re rê bi rê nemînin têdikoşin."

Akademîsyenan destnîşan kirin ku di vê serdemê de ku nîqaşên destûra bingehîn di rojevê de ye, divê daxwazên karkerên Fernas ên wekî şert û mercên xebatê yên ewlehiyê, mûçeyên li gorî hewzê û parastina mafên sendîkayê li ber çavan bên girtin. 

Akademîsyenan gotin, "Karkerên Fernasê ji bo van daxwazên zelal û hêsan daxwaza 'normalkirina' jiyana xwe ya xebatê dikin. Daxwazên karkeran qanûnî û li gorî destûra bingehîn e.”

196 akademîsyenên kampanyayê dan destpêkirin, anîn ziman ku ew piştgiriyê didin daxwazên karkerên madenê yên Fernasê û bicihanîna van daxwazan wê ji bo demokratîkbûna welat bibe nîşanek girîng.