Nakî: Ê ku mirov be wê destekê bide gelê Efrînê

Lîsikvanê berê yê Amedsporê Denîz Nakî got Kurdistanî û çi kesê ku dibêje ‘ez mirov im’ divê li berxwedana Efrînê xwedî derkevin.

Em bi Denîz Nakî re axivîn ku ji bo tevlî Kûpaya Mezopotamyayê ya 4’an a li Stockholmê bibe hatî Swêdê û ji bo piştgiriya li Efrînê formaya xwe diyarî tûrnovayê kirî..

Nakî got Efrîn li dijî dewleta Tirk û çeteyên OSO berxwedaniyeke mezin nîşan daye û got, ‘’Dilê me li Efrînê ye. Şervanên YPG/YPJ’ê lehengên rastî ne. Ji bo parastina xak û gelê xwe bikin berxwedaniyeke dîrokî nîşan didin.’’

Nakî got ji bo ku ew piştgiriya Roja Sor bike tevlî Kûpaya Mezoptamyayê bûye, ku destekê dide berxwedana Efrînê û Kurdên ku ji şer ziyanê dibînin û diyar kir êrîşên dewleta Tirk nayên qebûlkirin.

‘ÇAVÊ WAN LI NAVÊ AMEDSPORÊ JÎ BAR NEBÛ’

Nakî got ew 2 sal û nîvan li Amedsporê bi pey gokê ketiye û got: ‘’Demên pêşî di lîstikên deplasmanê de zêde nîjatperestî, dijûn û êrîş me nedîtin. Lê piştî lîstika Bûrsayê di deplasmanan de zêde nîjatperestî, dijûn û êrîş me dîtin. Li Enqerê hewl dan ku hin hevalên me yên rêveber lînç bikin.’’

Nakî got bi taybetî piştî ku navê tîpa Belediyespor a Şaredariya Amedê kirine Amedspor êrîşên li ser wan zêde bûne û got, ‘’Li vir jî ez kirim hedef. Min xwest ku li bara berxwedana Sûr, Nisêbîn û Silopya bihîstyarî çêbibe. Li vir min serkeftina lîstika Bûrsayê diyarî gelê Sûrê kiribû. Medyaya alîgir ev kişande aliyekî dî. Jixwe piştî ku li Amedsporê lîstim ez dame dadgehê. 12 lîstik û 20 hezar TL ceza dane min.’’

Nakî diyar kir, ji ber ku ew tvlî mîtinga hevgirtina ji bo Efrînê ya Kolnê bûye Federasyona Futbolê ya Tirkiyê qedexe kiriye ku 3 sal û nîvan bi gokê bilîze û her wiha 272 hezar TL ceza dane.

‘BI PANKARTÊN NÎJATPEREST SOR DIKIN’

Nakîl i ser nîjatperestiyê û êrîşên ser wî û Amedsporê got: ‘’Li Tirkiyê AKP çawa ku dest avêtibe her qadê dest avête ser spor û futbolê jî. Amedspor îro bi rastî jî bi şertên zor e. Piştî her lîstika Amedsporê qedexeyê tînin. Herî dawî di lîstika Sêwasê de qedexeya alîgiran hebû û ji bo protestoyê derneketin lîstikê. Bi vekirina pankarta ‘Mehmetçîk li Efrînê em bi te re ne’ Amedspor kirin hedef. Di lîstika Amedspor- Tuzlasporê de jî derbarê Efrînê pankartên nîjatperest vekirin û sor kirin.’’

‘AMEDSPOR YA GELÊ SÛR, CIZÎR, SÎLOPAYA Û NISÊBÎNÊ YE’

Nakî got, ‘’A ku Amesporê dike Amedspor ew e ku ya gelê Sûr, Cizîr, Silopya û Nisêbînê ye. Amedspor tîma gel e. Amedspor di nav alema sporê de saziyeke wiha ye ku temsîla Kurdan dike. Bi pankartên nîjatperest dema ku mirov tîma pêşber derxîne sehayê ev ew polîtîka ye ku dixwazin Amedsporê ji gel dûr bixin’’ û diyar kir li gel ev qas navtêdan û sorkirinê jî gelê Kurd bihistyar tevgeriyaye.

Nakî got gelek zext û zordarî li ser Amedsporê hene û ji hêla madî ve jî destê wan teng e û wiha domand: ‘’Ez serkeftinê ji hevalên xwe re dixwzim. Ez dizanim ku ti caran wê radest nebin. Ez bawer dikim ku wê li ber xwe bidin û gelê me kêfxweş bikin. Pêkanîna vê ji bo gelê Kurd wê bibe serkeftineke mezin. Dema ku şer dewam dikir jî bi futbola xwe me dikarîbû gelê xwe şa bikin. Ez bawer dikim ku wê vê berxwedanê bidomînin.’’

HELWESTA LI DIJÎ POLÎSÊN ELMAN

Nakî got dema ku ew ji bo malbata xwe bibîne çûyî Elmanya êrîşên ser wî dom kirine û got, ‘’Li Otobanê êrîş bi ser de anîne. Ji wesayitê du gule berdane min. Ji bo êvar bû û tarî bû min nedît bê ka kê kir.’’

Nakî got ew çûye cem polîs, 9 saetan îfade daye û polîsên Elman muameleya krîmînal pê kiriye.

‘ÇI KESÊ KU DIBÊJE EZ MIROV IM DIVÊ DESTEKÊ BIDE’

Denîz Nakî herî dawî got dewleta Tirk li Efrînê êrîşa giran bi ser gelan de tîne û wiha got: ‘’Em ên ku li welatên Ewropa dijîn dibe ku em ji hêla cografîk ve dûrî Efrînê bin lê dilê me û çavê me wê li wir be. Ne bes e ku mirov bibêje ez Kurd im. Divê em yekîtiya xwe pêk bînin û bi hev re divê em li rex YPG/YPJ û Efrînê bin. Çi kesê ji xwe re dibêje ez mirov im divê destekê bidine Efrînê.’’