Di doza siyasetmedarê Kurd de Sariyildiz qala sûcên AKP'ê kir

Di doza endamê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Oldenbûrgê Yûnûs Ogûr de ku di çarçoveya qanûna 129/b de tê darizandin, rûniştina heftan pêk hat. Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz ji heyeta dadgehê re qala sûcên rejîma AKP'ê kir.

Rûniştina doza li dijî endamê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Oldenbûrgê Yûnûs Ogûr li Dadgeha Eyaleta Bilind a Celle pêk tê.

Ogûr tê sûcdarkirin ku xwepêşandanên bi destûr hatine lidarxistin, 'bi fermana PKK'ê organîze kiriye'. Lê belê Ogûr di rûniştina destpêkê ya meha Çileyê de li dijî van sûcdariyên ku dadgeh dixin stuyê wî gotibû, "Meşên ku li dijî êrîşa DAÎŞ'ê ya li ser Şengalê hatin lidarxisitn û tevlî bûm, ne ji bo PKK'ê bû, ji bo destekkirina civaka Êzidî bû."

Tê payin ku doz 11 rûniştinan dewam bike û Ogûr cara heftan derkete pêşberî dadgehê. Heyeta dadgehê daxwaza ji bo anîna zanyarekî ku qala qirkirina dewleta Tirk a li Kurdistanê bike red kir. Destûr da ku Parlamenterê Şirnexê yê HDP'yî Faysal Sariyildiz weke şahîd lê bê guhdarîkirin.

Sariyildiz qedexeya derketina derve ya bi mehan a ku dewleta Tirk sala 2015'an li Bakurê Kurdistanê ragihand, ji heyeta dadgehê ya Elman re vegot û qala şerê ku hemû bajar ji holê rakir kir. Sariyildiz şewitandina mirovan bi saxî li jêrzemînan bi bîr xist û got, "Qirkirina ku desthilatdariya AKP'ê li gelê Kurd dike li pêş çavan e. Ya ku divê were darizandin dewleta Tirk e."

Ogûr darizandin şiband şanoyê û li ser sûcdariyên ku dixin stuyê wî got, "Tiştên ku tên îdîakirin, di çarçoveya destûra bingehîn a Elmanyayê de pêk hatin. Xwepêşandanên ku ez pê têm sûcdarkirin, yek ji wan jî bê destûr nehate kirin." Çav li rê ye ku heyeta dadgehê biryara xwe ya li ser siyasetmedarê kurd Ogûr eşkere bike.