ROJEVA 27'Ê SIBATA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Sibata 2018'an.

- Nûçeyên li ser çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopoandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê wê bên şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê wê werin şopandin.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bal kişand ser paşxana dîrokî ya êrîşa li ser Efrînê û got, "Pêvajoyeke ku destpêka sedsala 19'an, sala 1806'an bi dagirkirina Rewandûzê dest pê kiriye."

- Artêşa Tirk ku salên 90'î gundiyên Kurd dikuşt û digot "PKK'yiyan ew kuştine", li Efrînê bavê 5 zarokan Mihemed Kemal Horo revand û îdîa kir ku PKK'yî hatiye girtin. Malbata Horo ji ANF'ê re axivî û got ku zarokê wan şivantî dikir û hate revandin.

- Lehengên Berxwedana Serdemê peyam dan: Dema em li pişt xwe dinerin em gelê xwe dibînin. Gava em li ber xwe dinêrin, em dijminê ku çonga wan dilerize dibînin.

- Derhênerê ji Rojhilatê Kurdistanê û wênevan Cemşîd Ferwend got, ew xelata xwe diyarî berxwedana Efrînê dike.

- Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) bi tundî şermezar kir ku Salih Muslim bi daxwaza Tirkiyeyê li Çekyayê hatiye binçavkirin.