Salih Muslim hate berdan-NÛ BÛ
Hevserokê berê yê PYD'ê Salih Muslim hate berdan..
Hevserokê berê yê PYD'ê Salih Muslim hate berdan..
Hevserokê berê PYD’ê û berpirsê Têkiliyên Karê Derve yê TEV-DEM’ê Salih Muslum ji bo ku beşdarî konferansekê bibe çûbû Pragê ya ku paytexta Çekyayê ye. Muslum li vê derê li ser gilîkirina Tirkiyeyê hatibû binçavkirin.
Derket holê ku Muslum ji ber dozeke ku di sala 2017’an de hatiye binçavkirin. Tirkiye ji bo vê dozê serî li Înterpolê dabû.
Binçavkirina Salih Muslum li gelek welatan ji aliyê Kurdan û dostên wan hatibû protestokirin.
Gelek siyasetmedarên Ewrûpayê jî binçavkirina Muslum şermezar kiribûn û xwestibûn ku bila Muslum serbest were berdan.