Macron: Divê agirbest li Efrînê jî bikeve meriyetê

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron bi rêya telefonê bi hempîşeyê xwe yê Tirk Erdogan re axivî û jê xwest ku biryara agirbestê ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li Efrînê jî bi cih bîne.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Qesra Elysee ve hate dayin, Macron û Erdogan bi rêya telefonê bi hev re axivîn. Li gorî daxuyaniyê, Macron got, "Efrîn jî di nav de agirbesta însanî ji bo tevahiya axa Sûriyeyê derbas dibe."

Macron diyar kir, ji bo pêşî li şîdeta ku perspektîfa çareseriya siyasî têk bibe were girtin, divê ev agirbest bêyî dereng bikeve li her derê ji aliyê her kesî ve bi cih were anîn.

Macron ji Rûsyayê xwest ku bi berpirsyariya xwe ya li pêşberî rejîma Sûriyeyê rabe û welatên Rûsya, Tirkiye û Îran ku garantorên pêvajoya Astanayê ye, di mijara bicihanîna agirbestê de yekser bi berpirsyariya xwe rabin.