Li 3 navendan ji bo Efrîn û Muslim çalakî hate lidarxistin
Li Stockholm, Oberhaûsen û Bernê binçavkirina Hevserokê berê yê PYD’ê û endamê komîteya Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê Salih Muslim ji aliyê Çekyayê ve, protestokirin.
Li Stockholm, Oberhaûsen û Bernê binçavkirina Hevserokê berê yê PYD’ê û endamê komîteya Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê Salih Muslim ji aliyê Çekyayê ve, protestokirin.
Bi daxwaza Tirkiyeyê binçavkirina Hevserokê berê yê PYD’ê û endamê komîteya Têkilyên Derve ya TEV-DEM’ê ji aliyê Çekyayê ve li pêşiya sefaretxaneya Çekya ya li paytexta Swêd Stockholmê bi çalakiyekê hate şermezarkrin.
Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Stockholmê, Yekîtya Jinan a Sara, Meclîsa Kurd a Amarayê û Ciwanên Azad Kurdistanî û dostên wan di seat 15:00’an de li pêşiya sefaretxaneya Çekya li hev civiyan û dirûşmeyên ‘Ji bo Muslim azadî’ , ‘Destên xwe yên qirêj ji Efrînê rakin’ , ‘Artêşa Tirk ji Efrînê derkeve’ û ‘Kujer, faşîst Erdogan’ berz kirin.
Di axaftinên hatî kirin de banga tavilê berdana Muslim hate kirin û bang li Hikûmeta Çekya hate kirin ku nebe hevkarê sûçê qirêj yê dewleta Tirk.
Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabeveh diyarkir ku divê Tirkiye biryara Netewên Yekbûyî pêkbîne û êrîşên li ser Efrînê rawestîne. Kakabeveh têkildarî binçavkirina Muslim jî rexneyên tund li Çekya kir.
Kakabaveh diyarkir ku girtina Salih Muslim li dijî qanûnên navnetewî ne û daxwza berdana Muslim û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
2 jinên Kurd ên nûnerên çalakgeran jî çelenga reş danîn li pêşiya avahiya sefaretxaneyê.
Çalakgeran nameyeke ku girtina Muslim şermezar dike û daxwaza berdana Muslim dike radestî erkdarên sefaretxaneyê kir. Çalakgeran ji Hikûmeta Çekya re gotin ku heya Muslim neyê berdan wê çalakiyan bidomînin û çalakî bi dawî kirin.
OBERHAÛSEN
Li bajarê Oberhaûsen a Elmanyayê jî çalakiyên Kurdistanî û dostên wan bê navber dewam dike.
Meclisa Jinan a Şehîd Asya Yuksel a Duisburg û alîgirên Dîe Lînke li Bajarê Oberhaûsen a Elmanyayê ji bo protestokirina êrîşa dewleta Tirk a dagirker yên li hemberî Efrînê dayî destpêkirin, çekên Elmanya dayîn dewleta Tirk û binçavkirina siyasetmedarê Kurd Salih Muslim, îro saet 14:00’an de li Oberhausen li avahiyên Partiyên CDU û SPD de çalakiya bê îteatiya sivîl hate li darxistin. Çalekgeran di avahiya partiyê de pankarta ‘çekên Elman û dewleta Tirk ji Efrînê derkeve’ vekirin û daxuyaniya çapemeniyê dan.
BERN
Li bajarê Swîsre Bernê jî di bin pêşengtiya a Ciwanên Azad de Kurdistanî û dostên wan li pêşiya sefaretxaneya Çekya li hev civiyan, binçavkirina Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim a li paytexta Çekya Pragê protesto kirin û daxwaza tavilê berdana Muslim kirin.
Di çalakiyê de alên PYD, YPG, YPJ û wêneyên Muslim hate rakirin û bê navber dirûşmeyên ‘Terorîst Tirkiye’ , ‘Ji Salih Muslim re azadî’ hatin berzkirin. Çalakgeran dosyayek têkildarî Muslim radestî Sefaretxaneya Çekya kirin û çelenga reş danîn pêşiya sefaretxaneyê. Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hate kirin. Piştî çalakiya rûniştinê çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.