Fercwend xelata xwe diyarî Efrînê kir

Derhêner û wênevanê ji Rojhilatê Kurdistanê Cemşîd Fercwend, xelata xwe diyarî berxwedana Efrînê kir.

Derhêner û wênevanê ji Rojhilatê Kurdistanê Cemşîd Fercwend, xelata xwe ya duyemîniyê diyarî berxwedana Efrînê kir.

Li Slaona Konferansê ya Navneteweyî ya Tehranê, mîna her sal duh jî xelatên sînemayê bi navê Pasargadê hatin belavkirin. Derhênerê ji Rojhilatê Kurdistanê Cemşîd Fercwend jî bi kurtefîlmê xwe yê bi navê 'Qîrînê Çûka' tevlî pêşbirka sînemayê bû. Jûrî, fîlmê 'Qîrînê Çûka' hêjayî xelata duyemîniyê yê fîlmê herî baş dît. Fercwend xelata xwe diyarî berxwedan û berxwedêrên Efrînê kir. Fercwend got, "Ez xelata xwe diyarî mirovên li Efrînê dikim ku li dijî êrîşên hêzên dagirker ên Tirk, axa xwe diparêzin." Mirovên li salonê jî ji Fercwend re li çepikan xistin.

XWEDIYÊ 150 XELATAN

Cemşîd Fercwend ê li bajarê Bîcarê ji dayik bû, 50 salî ye. Tevî derhêneriyê, her wiha wênevanek e. Fercwend heta niha 150 xelatên li qada navneteweyî girtiye. Li Îranê û li derveyî Îranê heta niha nêzî 100 pêşangehên wêneyan vekiriye.