BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 39'AN DE YE

Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe li Efrînê êrîşî sivîlan dike. Duh li Cindirêsê 5 sivîl hatin kuştin. Li gelek eniyan jî di navbera şervanên YPG/YPJ û hêzên dagirker de şer diqewime. Hûn dikarin rewşa dawî bi rêya bloga me ya zindî bişopînin.

21:01

Şervanên YPG û YPJ’ê li naçeya Bilbil a Efrînê êrîşên artêşa Tirk û çeteyê wê ya li ser herêmê şikand, wesayîteke leşkerî jî rûxandin.

Navenda YPG’ê kêliytên teqandina wesayîtê parve kir.

 

19:36

Li gundên Anqelê û Senarê yên navçeya Şiyê ya Efrînê di navbera hêzên YPG/YPJ'ê û artêşa Tirk û komên çeteyên wê El Nûsra û DAIŞ'ê de şerê dijwar diqewimin.

19:29

Balafirên şer ên Tirk navçeya Cindirês a Efîrnê bombe dike

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyê wê ya li ser Efrînê dewam dike. Di van saetan de balafirên şer ên artêşa Tirk bombeyan li ser navçeya Cindirês a Efrînê dibarîne.

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker navçeya Cindirêsê bombe dike.

Di êrîşa îro ya artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser gundê Omera ya Cindirêsê de 2 sivîl şehîd bibûn.

Beriya çend saetan jî artêşa Tirk bi çeteyên xwe ve navçeya Cindirêsê bi dijwarî topbaran kiribû. Nêzî 100 guleyên hewanan bikar anîbûn.

17:40

Navçeya Cindirêsê bi dijwarî tê topbaran kirin

Topbarana artêşa Tirk a dagirker bi ser navçeya Cindirêsê ya  Efrînê ve ji sibê ve didome.

Li herêma ku balefirên keşfê lê digerin jî heya niha 100 top li herêmê ketine.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi ser Efrînê ve didomin. Artêşa Tirk a dagirker ji sibê ve bi topan êrîşî  navçeya Cindirêsê ya Efrînê  dike. Zêdetir 100 top li herêmê ketine û tevgera balefirên keşfê ya li herêmê jî didome.

 

17:29

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya 24 saetên dawî ya berxwedana Efrînê eşkere kir.  QSD’ê diyar kir ku di çarçoveya parastina rewa de parastina xwe kirine û di şer de 31 leşker û çete hatine kurştin û 4 wesayîtên leşkerî jî hatine rûxandin.

 

17:29

QSD’ê nasnameya 7 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameya 7 şervanên xwe yên ku di meha Sibatê de şehîd bûbûn eşkere kir.

 

17:01

Cenazeyê 18 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ spartin axê

Bi hezaran welatiyên Kantona Efrînê cenazeyê 18 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ bi merasîmekê bi heybet li Goristana Şehîd Avesta Xabûr spartin axê.

 

15:54

Fermandarê dagirker mikur hat: Fîşekek jî ji Efrînê neteqiya!

Korgeneral Îsmaîl Metîn Temel ku êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê bi rê ve dibe li xwe mikur hat ku di şerê heft salan ê Sûriyeyê de, ji Efrînê fîşekek jî li dijî wan nehatiye teqandin.

 

15:02

Hêzên Tirk ên dagirker bombeyan li gundê Omera dibarînin

Balafirên şer ên Tirk û topxaneyên wan bombeyan li gundê Omera yê navçeya Şera ya Efrînê dibarînin.

Gundê Omera roja Duşemê ji aliyê şervanên YPG û YPJ'ê ve ji hêzên dagirker hatibû paqijkirin. Ji roja Duşemê ve hêzên dagirker bomberdûmaneke giran li gund dikin. Êrîş danê sibehê girantir bûn.

14:23

Dewleta Tirk li Cindirêsê 2 sivîlên din jî qetîl kir

Hêzên Tirk ên dagirker li navçeya Cindirêsê ya Efrînê carek din sivîl kirin hedef û 2 sivîlên din jî qetilkir.

 

14:10

Hevserokê berê PYD’ê û berpirsê Têkiliyên Karê Derve yê TEV-DEM’ê Salih Muslum ji bo ku beşdarî konferansekê bibe çûbû Pragê ya ku paytexta Çekyayê ye û li vê derê hatibû binçavkirin. Salih Muslum piştî ku derket dadgehê, serbest hate berdan.

13:36

Şervanên YPG/YPJ`ê şevê din li gundê Kurka yê girêdayî navçeya Mabata çalakiyek li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê lidar xist. Di encamê de 4 çeteyên  Tirk hatin kuştin.

11:22

Gundê Omerayê ji dagirkeran hate paqijkirin

Şervanên YPG/YPJ’ê gundê Omerayê û girê wê yê navçeya Şerayê ya Efrînê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê paqij kirin. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çend roj berê ev der dagir kiribûn.

Şervanên ku li dijî Girê Omerayê operasyon lidarxistin, gir ji dagirkeran paqij kirin. Şervanan piştre operasyon li gund jî kirin û gund jî ji dagirkeran paqij kirin.

11:21

 

11:21

Hêzên YPG/YPJ'ê çepereke hêzên dagirker rûxandin

Hêzên YPG/YPJ'ê li gundê Hekîçê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên terorê çalakiyek kirin û di encamê de çeperek dagirkeran rûxandin.

 

11:19