Temellî: Em ê dîsa benda hilbijartinê hilweşînin!

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku artêşa Tirk bi hemû hêza xwe êrîşî Efrînê dike û li wê derê sîvîl tên qetilkirin. Temellî qala hilbijartinê jî kir û got, “Em ê her bendê hilweşînin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî piştî hat hilbijartin cara yekemîn di komcivîna partiya xwe ya heftane de axivî. Temellî hemû rêveber, parlamenter û endamên HDP’ê yên girtî silav kir û dest bi axaftina xwe kir. Temellî got: “Îro bi hezaran hevrêyên me di girtîgehan de ne. Her ku diçe pirsgirêk kûr dibe. Îşkence derketiye astek bilind. Li gel hemû îtîrazên me bêdengiya hikûmetê dewam dike.”

‘TANK DUH LI SÎNCANÊ ÎRO JÎ LI EFRÎNÊ NE!’

Temellî nivîskar Yaşar Kemal ê ku sibê salvegera mirina wî ye jî bi bîr anî. Temellî behsa darbeya 28’ê Sibatê ya 1997’an a postmodern kir û wiha got: “Dema mirov dibêjê 28’ê Sibatê tişta ewil tê hişê mirov, darbeya postmodern e. Belkî tişta herî girîng di hişê me de maye jî ew tankên li ser kolanan bûn. Duh li kolanên Sîncanê bûn, îro jî heman tank li kolanên Efrînê ne. Hêj wêne û dîmenên wan tankan li ber çavan e. Yên di 1997’an de bûn mexdûrê wan tankan, îro ji wan tankan hawarê dixwazin. Mekanîka darbe û rewşa 1997’an îro bi wesîleyek din derdikeve pêşiya me.”

‘AKADEMÎSYENÊN KU ZANISTA AZAD DIPARÊZIN, DIBIN HEDEF’

Temellî, da zanîn ku di darbeya postmodernîzmê ya 97’an de berî her tiştî zahîngeh hatin hedefkirin û wiha got: “Wê demê kesên têkoşîna aştiyê bi rê ve dibirin, têkoşîna xwe bi biryardarî berdewam kirin. Azadî ji bo me hemûyan bû, wê demokrasî û aştî jî bo me hemûyan be. Li dijî jinên destmal didin serê xwe rektoran bi aqilên Ergenekonê ‘odeyên qanehkirinê’ vekirin. Ji bo mirov nexwazin destmalan bidin serê xwe. Wê demê me ji bo destmalê got azadî û bi parastina vî mafî em li dijî hişmendiya darbekar derketin. Ev têkoşîna Zanîngeha Azad bû û zanîngeha demokrasiya xweser bû. Ev têkoşîna topyekûn a kedkaran bû. Îro jî êrîşên li ser zanîngehan berdewam dikin. Wê demê çawan mirov ji zanîngehan avêtin, îro jî ev hejmar gehiştiye bi hezaran û tu hincet jî nîşan nadin. Ev yek herî zêde di zanîngehên mezin de hat jiyîn. Em rektorên li dijî vê yekê berxwedan nedîtin. Berevajî vê yekê lîsteya îxraçan rektoran bi xwe amade kirin.”

Temellî, bal kişand ser akademîsyenên aştiyê yên rastî lînçê hatin jî û wiha bilêv kir: “Ew akademê vê yekê jî diparêzin; Li welatekê aştî tunebe, zanist jî tuneye. Ji ber vê ew aştiyê jî diparêzin. Mûdaxiyên li ser zanîngehan van mijaran re bi sînor nebû. Desthilatdariyê xwest kadroyên xwe di zanîngehan de bi cih bik. Di şevekê de çawan hilbijartinên rektoriyê ji holê rakir, di nişkê de 30 hezar doçentên alîkar mafê xwe winda kirin.”

MÛTABAKATA DOLMABAHÇEYÊ

Temellî salvegera mûtabakata Dolmabahçeyê ya “pêvajoya çareseriyê” ya di navbera Heyeta Îmrali û heyeta hikûmetê de bi bîr xist û got: “Ev jî wêneyek din ê 28’ê Sibatê ye. Mûtabakata Dolmabahçeyê tam jî li dijî vê wêneyê îtîrazek bû. Mutabakatek komarek demokratîk û hesreta demorkasiyê bû. Daxwazên li wir hatin ziman hemû beşên civakê di nava xwe de dihewand. Ji destpêka pêvajoyê heta mutabakatê û piştî wê jî hêviyek geş di nav gel de çêbûbû. Hêviya aştî, azadî û demokrasiyê pêk dihat. Ji bo komarek demokratîk firsendek dîrokî bû. Mûtabakat red kirin, maseyê qelibandin û dest bi tecrîtê kirin. Deshilatdariyê nexwest bi encamê 7’ê Hezîranê re hev rû bimîne û bi siyaseta şer tabloya îro afirand.”

Temellî bal kişand ser binçavkirina Hevserokê PYD’ê yê berê Salih Muslim û got ku Salih Muslim ji bo aştiyê dixebite.

‘GEL Û KARKER HER KU DIÇE FEQÎR DIBIN’

Temellî bal kişand ser bêkariya li Tirkiyeyê jî û wiha domand: “Xebitandina bê ewle her roj di jiyana me de didin rûniştandin. Ev yek bi xwe re feqîriyê tîne. Tirkiye mezin dibe û gel û karker feqîr dibin. Hemin li şûna ku em mezin dibin û feqîr dibin, wê demê em mezin nebin. Desthilatdarî mezinbûnê ji bo îstîkbala xwe ya siyasî dixwaze. Tenê AKP di mijarekî aborî de serkeftî ye. Deshilatdariya AKP’ê di mijara arizîkirinê de gelek serkeftî ye. Niha jî rabûne fabrîkayên şekir arizî dikin. Çima niha hat rojevê? Êdî çi ye difiroşin û şer finanse dikin. Ji bo berjewendiyên xwe hemû fabrîkayan arizî dikin. Fabrîkaya Şekir a Burdirê dibêje 18 milyon kara me heye. Lê kes nizane bi 18 milyonan çend heb SÎHA tên kirîn.”

‘LI EFRÎNÊ SÎVÎL TÊN QETILKIRIN’

Temellî li ser êrîşên li dijî Efrînê rawestiya û wiha axivî: “Siyaseta vî şerî maliyetek topyekûn li ser civakê dike. Ev şer li her devera Tirkiyeyê li ser civakê bandor dike. Her êvar li ser ekranên televîzyonan wisa behsa Efrînê tê kirin, qey tu yê bêjî Afrîka ye. Halbûkî navçeyek biçûk e. Nifûsa ku koçberî Efrînê bûye 350-400 hezar e. Serokwezîr dibêje ‘em ê 350 Efrîniyan bişînin Efrînê.’ Efrînî ji Efrînê derneketine. Tu yê kî bişînî? Çunkî pêdiviya wan bi siyaseta şer heye. Artêşa duyemîn a mezin a NATO’yê 40 roj in êrîşî navçeyek biçûk dike. Ji leşkeran bigire heta serfermandar û pispor û rojnameger dibêjin ku sivîl jiyana xwe ji dest nedane. Halbûkî di şer de sivîl jiyana xwe ji dest didin. Li Efrînê ji heft salî heta heftê saliya sivîl jiyana xwe ji dest didin. Biryara NY’yê tenê ji bo Gûtayê ye. Ev biryar ji bo tevahiya Sûriyeyê ye. Em daxwaz dikin ku ji bo Efrînê jî demildest beşdarî agirbestê bibin. Pêwîst e ev biryar bi lezgînî ji bo Efrînê jî bikeve meriyete.”

‘GELO RANTA ŞER JI KÊ RE YE?’

Temellî, pirsa “Ev ranta şer ji kêre diçe” kir û wiha pê de çû: “Ev şer gelo bi kêra kê tê û kî li ser vî şerê dewlemend dibe? Gelo kî berdêlên vî şerî didin? Dibêjin bila SÎHA’yên Erdogan bikevin, bila bikevin da ku SÎHA’yan bifiroşin. Gelo ranta şer jê kê re diçe û kî di saya şer de qezenc dike? Her ku SÎHA dikevin ên qezenc dikin hene. Baş e ku zavayê baş rêya balafiran çênake. Berdêlên şerên giran tenê xizan û gel didin. We kincên leşkeran li zarokeke 5 salî kiriye.”

‘EM Ê HEMÛ BENDAN HILWEŞÎNIN’

Temellî, derbarê tîfaqa hilbijartinê ya AKP û MHP’ê de jî axivî û wiha domand: “Ji bo hemû qusûrên di referandomê de derketin holê, zemînên qanûnî amade dikin. Dixwazin hilbijartinek biqusûr a ne rewa deynin pêşiya me û em bi vê yekê re rû bi rû ne. Ji bo MHP di bin benda hilbijartinê de nemîne tifaqan amade dike. Lê ji bo me tu pirsgirêkek wiha tuneye. Li ku derê bend hebin em ê hilweşînin. Li dijî bendan alerjiya me heye. Me di 7’ê Hezîranê de jî bend hilweşand, di 1’ê Mijdarê de jî û em ê cardin hilweşînin.”

Temellî, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Îro dixwazin bi her awayî Tirkiyeyê ji demokrasiyê dûr bixin. Ev hişmendiya hemû qadên Tirkiyeyê kirin qeyûm, dixwaze parlamentoyê jî bêvîn bike. Pêwîstiya me bi tifaqa AKP û MHP’ê tuneye. Pêwîstiya me ew ku em bên gel hev û li kêleka hev cih bigirin. Ji bo em karibin vê yekê bikin divê em bên gel hev.”