Şivanekî Efrînî revandin û gotin 'Me PKK'yî girtin'

Artêşa Tirk ku salên 90'î gundiyên Kurd dikuşt û digot "PKK'yiyan ew kuştine", li Efrînê bavê 5 zarokan Mihemed Kemal Horo revand û îdîa kir ku PKK'yî hatiye girtin. Malbata Horo ji ANF'ê re axivî û got ku zarokê wan şivantî dikir û hate revandin.

Artêşa Tirk ku salên 1990'î li Kurdistanê şivan û gundî direvand an jî dikuşt û piştre digot, 'Me PKK'yî kuşt', niha jî li Efrînê heman tiştî dike. Mihemed Kemal Horo 9'ê Sibatê li heywanên xwe yên winda bûn geriya. Lê ji hingî ve agahî ji Kemal Horo nedihat girtin. Lê belê çeteyên El Qaîdeyê yên artêşa Tirk, çend roj berê li ser hesabên xwe yên medya civakî wêneyên 2 gundiyan weşandin û gotin "Me PKK'yî êsîr girtine". Yek ji van her du kesan, Mihemed Kemal Horo bû ku bavê 5 zarokan e.

Malbata Mihemed Kemal Horo ji ANF'ê re axivî. Hevsera wî Rûken Arîf got, hevserê wê li pezê xwe digeriya û 20 rojan wan agahî jê negirtin. Rûken Arîf got, "Hevserê min karê dirûtinê dikir û me bi vî rengî debara xwe dikir. Çend mihên me hebûn. Mihî winda bûbûn û hevserê min jî çû li wan bigere. Ji 9'ê Sibatê ve me agahî jê nedigirt. Çend roj berê xizmekî me wêneyek ji me re şand. Wê çaxê em pê hesiyan ku hevserê min dîl hatiye girtin."

'NIZANIM BÊ HEVSERÊ MIN DIJÎ YA NAJÎ'

Rûken Arîf diyar kir ku ew nizane bê hevserê wê dijî yan na û tevî zarokên xwe Kemal, Arîf, Rindê, Sara û Nêrgîz 20 roj in li bendê ne. Rûken Arîf got, "Bi rojane em li bendê ne, lê me hê agahî jê negirtine. 5 zarokên me hene. Em mirovên sivîl in. Çend mihiyên me hebûn, me debara xwe bi wan dkir. Em nizanin bê hevserê min sax e yan na."

'ŞIVANTÎ DIKIR'

Bavê Horo Kemal Horo jî anî ziman ku ew li gundê xwe debara we dikin, dijîn û got, "Çend mihiyên kurê min hebûn. Piştî ku ew winda bûn, çû lê bigere, lê venegeriya. Hin xizmên me yên li Ewropayê dijîn ev wêne ji me re şandin. 5 zarokên wî hene. Şervan nîne ku mirov bêje di şer de hatiye girtin. Li ber pez bû. Şivantî dikir."

PÊNC ZAROKÊN WÎ HENE

Bav Kemal Horo diyar kir ku ew li ser axa xwe  dijîn û got, "Pênc zarokên wî hene. Bi vî halê xwe yê extiyar, ez ê çawa wan xwedî bikim? Ev çi ji me dixwazin? Em li vê derê li ser axa xwe dijîn. Em ji derve nehat û me axa kesî dagir nekir. Em bimirin jî mirina me wê li ser vê axê be."