Kurdistaniyên li Ewropayê ji bo Efrînê û Muslim daketin qadan
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, binçavkirina Hevserokê berê yê PYD'ê Salih Muslim bi rengekî ne hiqûqî û êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê şermezar kirin.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, binçavkirina Hevserokê berê yê PYD'ê Salih Muslim bi rengekî ne hiqûqî û êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê şermezar kirin.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, binçavkirina Hevserokê berê yê PYD'ê Salih Muslim bi rengekî ne hiqûqî û êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê şermezar kirin.
LONDON: Li paytexta Îngilîtan Londonê, Kurdistanî û dostên wan li ber Sefaretxaneya Bilind a Çekyayê li hev civiyan û binçavkirina Hevserokê berê yê PYD'ê Salih Muslim bi rengekî neheq, şermezar kirin. Qisekeran dan xuyakirin ku Muslim ji bo demokrasiyê kesekî pêşeng e û ya ku lê tê kirin ne ya qebûlkirinê ye. Di dema çalakiya protestoyî de rayedarekî sefaretxaneyê bi çalakgeran re axivî. Rayedar îdîa kir ku eleqeya wan bi mijarê re nîne û got, wê daxwaza çalakgeran ji rayedarên pêwendîdar re ragihîne. Kuridstaniyan piştre dosyayek dan sefaretxaneyê û dawî li çalakiya xwe anîn. Girseya gel wekî din bi rêya telefon û mailê xwe gihand sefaretxaneyê û nerazîbûn nîşanî binçavkirina Muslim da.
OSLO: Binçavkirina Muslim li paytexta Norwêc Osloyê hate şermezarkirin. Girseya gel li ber Konsolosxaneya Çekyayê ya li Osloyê li hev civiya û xwest, Salih Muslim tavilê bê berdan. Di dema çalakiyê de heyetek ji sê kesan a çalakgeran bi rayedarên konsolosxaneyê rûnişt û nerazîbûna gelê Kurd a li dijî binçavkirinê nîşan da. Di çalakiyê de dirûşmên "Azadî ji Salih Muslim re", "Em hemû Salih Muslim in", "Nebe hevparê sûcên Tirkiyeyê" hatin qîrîn.
STÛTTGART: Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê hatin şermezarkirin. Nobeda li Schloss Platzê ku 38 roj in dewam dike, ji aliyê aktîvîstên Stûttgart MLPD ve dewr hate girtin. Di çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin. Di belavokan de hate xwestin ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê werin rawestandin, Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bê naskirin, di serî de Kantona Efrînê alîkariya însanî ji Rojava re bê şandin, qedexeya li ser PKK'ê were rakirin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bên berdan.
ZURÎCH: Li kantona Zurîchê ya Swîsreyê, li dijî komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê dike bi pêşengiya "Platforma Berxwedanê ya Rojava-Efrînê" li 4 cihan çalakî hatin lidarxistin. Li navenda bajêr, li ber stasyonên trenê yên Altstetten û oerlîkonê û li Kampusa Navendî ya Zanîngeha Zurîchê çalakî hatin kirin. Di çalakiyan de dirûşmên "Kujer Erdogan ji Efrînê bicehime", "Bijî berxwedana Efrînê" hatin qîrîn. Bi navê "Platforma Berxwedanê ya Rojava-Efrînê" daxuyanî hate dayin û hate ragihandin ku çalakiyên ji bo xwedîderketina li Efrînê wê nava hefteyê li herêmên cuda yên Zurîchê bidomin.