Bûrcû Çelîk nehate berdan
Parlamentera HPD’ê Bûrcû Çelîk ku biryara cezayê girtîgehê ji aliyê Dadgeha Edliyeya Herêma Erziromê ve hatibû betalkirin, di derbarê Çelîk te biryara domandina girtinê hate dayîn.
Parlamentera HPD’ê Bûrcû Çelîk ku biryara cezayê girtîgehê ji aliyê Dadgeha Edliyeya Herêma Erziromê ve hatibû betalkirin, di derbarê Çelîk te biryara domandina girtinê hate dayîn.
Parlamentera Mûş’ê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bûrcû Çelîk di 8’ê Hezîrana 2015’an de ji ber axaftina xwe ya li Qada Şaredariya Mûşê, di Nîsana 2017’an de bi îddîayên ‘propaganda rêxistinê kiriye, endama rêxistinê ye û alîkarî dayîna rêxistinê’ hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin. Di derbarê Çelîk de li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê doz hatibû vekirin. Heyeta dadgehê 6 sal biryara girtinê da.
BERDEWAMBÛNA GIRTINÊ
Li ser îtîraza dozgerê komarê û parêzer dosya ji aliyê 2’emîn Daîreya Cezayê Dadgeha Edliyeya Herêma Erziromê hate lêkolînkirin. Piştî ku rûniştina dozê hate dîtin 2’emîn Daîreya Cezayê biryara berdewamiya girtina Çelîk da.
WÊ BEŞDARÎ RÛNIŞTINA DOZÊ BIBE
Çelîk diyar kir ku bi SEGBÎS’ê nikare baş îfadeya xwe bide û daxwaza beşdarbûna rûniştina dozê kir.
Heyetê biryara Çelîk ya amedebûna li eywana rûniştina dozê û xweparastinê qebûl kir.
Parlamentera HDP’ê Bûrçû Çelîk ji bo rûniştina dozê ya 26’ê Adarê wê were Erziromê.