Dewleta Tirk li Cindirêsê 2 sivîlên din jî qetîl kir

Hêzên Tirk ên dagirker li navçeya Cindirêsê ya Efrînê carek din sivîl kirin hedef û 2 sivîlên din jî qetil kir.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin di topbarana artêşa Tirk a dagirker de 2 sivîlên din jiyana xwe ji dest dan û 3 sivîl jî birîndar bûn.

Hate ragihandin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi bejahî û hewayî gundê Omera yê navçeya Şerayê bombebaran dike.

Dewleta Trik ji 20’ê Çile ve bi awayekî rêk û pêk sivîl û jîngehên sivîlan dike hedef û sûcê şer dike.

Meclîsa Tenduristiyê ya Kantona Efrînê roja Dûşemê bîlançoya şer ragihand û li gorî bîlançoyê heya niha 192 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 574 sivîl jî birîndar bûne. Bi 2 sivîlên dawî re hejmara sivîlên jiyana xwe ji dest dayîne bû 194.

Li gorî bîlançoyê 28 zarok û 23 jin hatine qetilkirin.