Bi dehan parlemeterên Ewropayê ji bo Muslim bang li hikûmeta Çekyayê kirin

Belavoka hevpara a bang li hikûmeta Çekya ya ku divê bi lezgîn Hevserokê Berê yê PYD’ê û Rêveberê Têkiliyên Karê Derve yê TEV-DEM’ê Salih Muslim bê berdan ku hatibû amadekirin, di nava demeke kurt a 24 saetan de 74 parlemeteran îmze kir.

Kampanyaya ku ji bo berdana Muslim ê ku roja Yekşemê bi daxwaza Tirkiyeyê li Çekyayê hate binçavkirin hatibû destpêkirin, ji aliyê Parlemetera Partiya Yekîtiya Keskan a Danîmarkayî  Nîkolaj Vîllûmsen ve hate parvekirin.

Li gorî lîsteya li ser tevnên civakî hate parvekirin Serok Koma Tifaqa Çep a Bakur û Keskan a Parlemetoya Ewropayê Gabî Zîmmermann jî di nav de bi dehan parlemeter tevlî bûne.

Di metna têkildarî hikûmeta Çekyayê hate amadekirin de. Nerazîbûn nîşanî binçavkirina Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim ê li ser daxwaza Tirkiyeyê, bal kişand ser rola têkoşîna PYD, Kurdên Rojava ya li dijî DAIŞ’ê. Di metnê de hate gotin ku divê Ewropa piştgiriyê bide Kurdên ku li Sûriye li dijî terorê têkoşînê dike û rêz ji hemû ol û civakê re digire.

Her wiha di metnê de bang li otorîteriya Çekyayê hate kirin ku divê Muslim bi lezgînî berde.

Piranî parlementerên li Danîmarka yê û gelek parlemeterên Ewropayê tevlî kampanyayê bûne, ji welatên mîna Elman, Hollanda, Fînlandiya, Norveç, Îspanya, Solvenya bi dehan parlemeter jî îmze kirine. Her wiha parlemeterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî piştgirî dane kampanyayê.