Sûcdariyên Tirkiyê yên li ser Mislim bersiv ji xwe re nedîtin
Sûcdariyên dewleta Tirk ên derbarê hevserokê berê yê PYD’ê Salim Mislim li daraza Çekya bersiv ji bo xwe nedît. Mislim bêyî ti şertî hate berdan.
Sûcdariyên dewleta Tirk ên derbarê hevserokê berê yê PYD’ê Salim Mislim li daraza Çekya bersiv ji bo xwe nedît. Mislim bêyî ti şertî hate berdan.
Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Mislim ku dawiya heftiyê li ser daxwaza Tirkiyê li Pragê hatî binçavkirin îro Sêşemê derxistin pêşberî dadgeh.
Di daniştînê de ku li Dadgeha Şaredariyê ya Pragê hatî dîtin nehate qebûlkirin ku Mislim were girtin. Sûcdariyên Tirkiyê yên bê bingehên hiqûqî ji xwe re ti bersiv nedîtin.
Dadger Jaroslav Pytloun piştî biryara ku standî ti şîrove nekir. Jêderkên nêzî dosyayê gotin dadgehê ti şert nedaye pêş û Mislim di nav sînorên Ewropayê de bi azadî dikare tevbigere.
Piştî ku Mislim hate binçavkirin li tevahiya Ewropayê Kurd û dostên wan helwesta xwe diyar dikin.
Li Pragê protesto dihatin kirin, li Ewropa jî bi dehan parlamenter û hilbijartî xwestin ku Mislim demildest were berdan.