Fermandarê dagirker mikur hat: Fîşekek jî ji Efrînê neteqiya!

Korgeneral Îsmaîl Metîn Temel ku êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê bi rê ve dibe li xwe mikur hat ku di şerê heft salan ê Sûriyeyê de, ji Efrînê fîşekek jî li dijî wan nehatiye teqandin.

Li gorî medya Tirk, payebilindên Serokatiya Karên Diyanetê roja 16'ê Sibatê serdana Hatayê kirin ku êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Efrînê ji wir tên birêvebirin. Fermandarê dagirker Temel di dema vê serdanê de li xwe mikur hat. Alîkarê berê yê Serokê Saziya Dîroka Tirk, Muşawîrê Serokatiya Karên Diyanetê Ahmet Belada li malpereke înternetê qala vê serdana xwe kir.

Li gorî gotinên Belada, Fermandarê Artêşa Duyemîn Korgeneral Îsmaîl Metîn Temel di dema serdanê de li ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê agahî da. Anî ziman ku Temel gotiye "Rehet bin, ev kar wê biqede û Efrîn şibandiye Beyrûdê.

Temel bi gotina "Li Efrînê Sûriyeyiyên dewlemend dijîn" hewl da bahaneyê ji dagirkeriyê re bibîne û li vê yekê mikur hat: "Tevî ku 7 sal in şer diqewime jî fîşekeke bi tenê jî nehate teqandin."

Dewleta Tirk ji destpêkê ve îdîa dike ku Efrîn ji bo wan gef e û ji vê derê êrîş li wan tê kirin. Tevî ku heta niha derbarê vê îdîayê de nekarîn ti delîlê pêşkêş bikin jî "gefa sînor" weke hinceta bingehîn a êrîşên dagirkeriyê nîşan dide.