Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Çep (Dîe Lînke) Tobîas Pfluger bi navê partiya xwe daxuyaniyek da û diyar kir ku binçavkirina Rayedarên Têkiliyên Derve yê TEV-DEM'ê û Hevserokê berê yê PYD'ê Salih Muslim ne ya qebûlkirinê ye.
Di daxuyaniyê de binçavkirina Muslim bi daxwaza Tirkiyeyê, bi zimanekî tund hate şermezarkirin û hate gotin, "Xuya ye, otorîteyên Çekya ku endamê Yekîtiya Ewropayê ye, ji bo alîkariyê bidin Tirkiyeyê karên nebaş dike."
Di daxuyaniyê de ji hikumeta Elman hate xwestin ku li Komara Çekya û li Yekîtiya Ewropayê bikeve nava liv û tevgerê û bike ku Muslim serbest bê bedan. Di daxuyaniya Partiya Çep de hate gotin, "Salih Muslim yek ji nûnerên herêma Kurdan a li Bakurê Sûriyeyê ye. Û jib o çareseriya şerê li Sûriyeyê bi rengê aştiyane, yek ji mûxatabên herî girîng e."