Polîsên Munchenê li ser ala YPG'ê daxuyaniyeke sosret da

Polîsên Elman: Saziyên medyayê dikarin alê biweşînin, lê belê nabe ku saziyên medya civakî biweşînin.

Muzîsyen Johannes Konîg, ji ber ku lînka nûçeyeke li ser YPG'ê di hesabê xwe yê medya civakî de parve kir, kete ber lêpirsînê. Polîsên Munchenê ji Konîg re gotin, "Saziyên medyayê dikarin alê biweşînin, lê belê nabe ku saziyên medya civakî biweşînin."

Dewleta Elman nikare xwe li YPG/YPJ'ê rabigire. Bi taybetî parvekirina alên YPG/YPJ'ê li hesabên medya civakî bûye tirsa dilê polîsên eyaleta Bayernê.

Muzîsyen Johannes Konîg ê li Munchenê dijî, çend roj berê lînka nûçeyeke qenala televîzyon û radyoyê ya dewletê Bayerîscher Rûndfûnk (BR) parve kiribû, lê polîsên emniyeta Munchenê bi rengekî sosret der barê Konîg de dest bi lêpirsînê kiribûn.

19'ê Sibatê di çarçoveya "sembolên qedexekirî" de li emniyetê îfadeya Konîg hate girtin. Ji ber vê lêpirsîna ku rê li ber nerazîbûnê vekir, polîsên Munchenê daxuyaniyek da. Berdevkê polîsên Munchenê Sven Muller ji rojnameya "Suddeûtsche Zeîtûng" re axivî û parastina lêpirsînê kir.

Berdevk Muller îdîa kir ku nabe ku polîs çavên xwe ji sûc bigire û got, di çarçoveya agahdarkirina raya giştî de saziyên medyayê dikarin "alên qedexekirî" biweşînin, lê belê bikarhênerên medya civakî xwedî mafekî wiha nîne.

Muller anî ziman, ji ber ku lînka nûçeya BR parve kirine, 10 caran gilî li wan hatiye kirin û got, "Em bi taybetî li hesabên bikarhênerên medya civakî temaşe nakin bê kê çi parvekiriye. Lê belê dema parvekirinek tê ber me û em agahiyê digirin, hingî neçar in ku dest bi lêpirsînê bikin."

PARTIYA ÇEP: MÎNA KIRYARÊN REJîMA ERDOGAN E

Rayedarê polîsan diyar kir ku dadgerî wê biryarê bide bê ceza li hunermend Konîg were birîn an na. Yek ji partiyên mûxalefeta Elman, Partiya Çep nerazîbûneke tund nîşanî lêpirsînê da. Parlamentera Partiya Çep Nîcole Gohlke destnîşan kir ku lêpirsînên wiha gelekî dişibe rêbazên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan.

Nûçeya ku endamê Orkestra Fîlarmonî ya Munchenê Johannes Konîg parve kir, ji xwe li ser qedexeya li ser YPG'ê bû. BR li ser aktîvîstê ciwan Benjamîn Rûss nûçeyek amade kiribû ku polîsan avêtibûn ser mala Rûss ji ber ku di Facebookê de alên YPG/YPJ'ê weşandibû.

Hunermend Konîg jî bêyî ku şîroveyekê li ser binivîsîne, lînka nûçeya BR li ser hesabê xwe parve kir û bi vî rengî ala YPG'ê hate dîtin. Konîg ji ANF'ê re axivî û got, "Ev zext nîşan dide ku dînîtî gihîştiye asta herî bilind. Rewşeke pêkenok e. Eger ne rewşeke cidî bûya mirovê pê bikeniya."