Kurdistaniyan binçavkirina Muslim bi çalakiyan protesto kirin
Kurdistaniyên li Ewropa dijîn binçavkirina Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim ya li paytexta Çekya Pragê protesto dikin.
Kurdistaniyên li Ewropa dijîn binçavkirina Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim ya li paytexta Çekya Pragê protesto dikin.
Li paytexta Fransa Parîsê Kurdistanî li pêşiya Sefaretxaneya Çekya binçavkirina Salih Muslim protesto kirin. Kurdistanî ji danê sibê ve li hev kombûn û alên PYD, YPJ û YPG’ê hildan.
Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên ‘Dîktator Erodgan, piştevan Ewropa’ , ‘Salih Muslim berdin’ û ‘dawî li hevkariyê bînin’ berz kirin.
DEN HAAG
Li bajarê Deng Haag ê Hollandayê Kurdistanî li pêşiya Sefaretxaneya Çekya li hev civiyan û daxwaza berdana Salih Muslim kirin.
Gel bê navber dirûşmeyên ‘Salih Muslim berdin’ û ‘Faşîst AKP’ berz kirin.
Di çalakiya protestoyê de belavok hatin belavkirin.
ATÎNA
Kurdistaniyên li paytexta Yewnanîsta Atînayê dijîn binçavkirina Muslim li pêşiya Konsolosxaneya Çekya bi meşekê şermezar kir.
Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ û ‘Salih Muslim berdin’ hate qîrkirin û belavok hatin belavkirin.
Çalakger ji bo berdana Muslim bi berpirsên konsolosê re civiyan.
TORÎNO
Li bajarê Torîno yê Îtalyayê Înîsyatîfa Gel a Fa binçavkirina Muslim li pêşiya NY şermezar kirin.
Çalakî bi dirûşmeyên ‘Ji Salih Muslim re azdî’ , ‘Komara Çekya hevkarê komployê ye’ û ‘Bijî Rojava’ bi dawî bû.
BRÛKSEL
Li paytexta Belçîka Brukselê Kurdistanî û dostên wan binçavkirina Salih Muslim li pêiya Konsolosxaneya Çekya şermezar kirin.
Çalakî dibin pêşentiya NAVBEL, PYD û Meclîsa Jinan a Şehîd Berîtan de di seat 09:00’an de destpêkir. Gel piştre li Qada Schûman bi çalakiyekê binçavkirina Muslim şermezar kirin.