Salih Muslim: Bi ser neketin!

Hevserokê Berê yê PYD’ê Salih Muslim piştî ku li Çekya hate berdan, dewleta Tirk destnîşan kir û got, ‘’Bi ser neketin’.

Dawiya heftiyê li ser daxwaza Tirkiyê hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim hatibû binçavkirin, îro Sêşemê li dadgehê hate berdan.

Muslim got, ‘’Derbarê min biryara girtinê beriya niha hate derxistin. Bi rêya darazê biryara girtinê hate standin. Em derxistin dadgehê. Tiştekî wiha nabe.’’

Muslim wiha bi nav de çû: ‘’Ez welatiyê welatekî dî me. Dadgehê jî wiha biryar da û berda.’’

Muslim ji bo çalakiyên ku ji bo wî çêbûn spasî da û got: ‘Em spasiyê li her kesî dikin. Em hemû yek in. Ji bo Efrînê herî pir em bi welatên Ewropa re hevdîtinan dikin, nikarin me bêdeng bikin. Bi ser neketin. Hiqûqa Ewropa heye, rêgezên wan, her kes ne berdestikê TC’ê ye. Nikarin Kurdan bêdeng bikin.’’