'Hevdîtinên ji bo kêmkirina şerê li Efrînê dewam dikin'
Wezareta Parastinê ya DYA (Pentagon) ragihand ku ew bi Tirkiyeyê re li ser alternatîfên ji bo kêmkirina şerê li Efrînê dixebitin û got, ji bo Sûriyeyê ew alîgirê çareseriya siyasî ne.
Wezareta Parastinê ya DYA (Pentagon) ragihand ku ew bi Tirkiyeyê re li ser alternatîfên ji bo kêmkirina şerê li Efrînê dixebitin û got, ji bo Sûriyeyê ew alîgirê çareseriya siyasî ne.
Berdevkê Pentagotê Albay Rob Mannîng di brîfîna heftane ya çapemeniyê de axivî û got, ji bo Sûriyeyê ew alîgirê çareseriya siyasî ne. Mannîng diyar kir, Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) wê alîkariyê bide hewldanên bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyeyê tên kirin.
Mannîng diyar kir, biryara Neteweyên Yekbûyî ya ji bo agirbesta mehekê ya li Sûriyeyê ji wan derbas nabe û bi bîr xist ku DYA tenê li dijî DAÎŞ'ê têdikoşe.
Serdar Adrîan Rankîne-Galloway jî ku li Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA (CENTCOM) wezîfedar e, anî ziman ku hevdîtinên wan ên li ser êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê dewam dikin. Rankîne-Galloway diyar kir, hevdîtinên navbera Washîngton û Enqereyê ji bo 'kêmkirina rageşiyê' didomin.
Berdevkê CENTCOM'ê got, "Ji bo kêmkirina aloziya li Efrînê û rageşiya navbera Tirkiye û DYA, hevdîtinên dîplomatîk dewam dikin."