KCDK-E: Heta Salih Muslim bê berdan em di çalakiyan de ne!

KCDK-E, bal kişand ku girtina Salih Muslim re tê wateya destekkirina DAIŞ’ê û got: “Divê sibe her kes dakeve qadan û di nava çalakiyan de be.”

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê têkildarî binçavkirina Rêveberê Têkiliyên Karê Derve yêTEV-DEM’ê Salih Muslim ê li Pragêyê daxuyaniyek nivîskî da.

KCDK-E’yê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:

‘TÊ WATEYA HEVKARIYA BI DAIŞ’Ê RE…’

“Binçavkirina Salih Muslim tê wateya hevkariya polîtîkaya DAIŞ’ê. Ev pêkanîna li dijî hevserokê tevgereke ku li dijî DAIŞ’ê têkoşîneke bê hempa dide kirin û di heman demê de ji bo hemû mirovahiyê dike, dîsa di asta navneteweyî de xwedî cihekî girîng û hevdîtina lidar dixe, tê wataya li dijî hemû gelê me ye. Ev hewldana sosret, tê wateya hevkarî û destekkirina DAIŞ’ê. Bi vê girtinê têkoşîna li Efrînê li ser navê hemû mirovahiyê têkirin tê wateya bipêkirina hemû mafên mirovî, bêrêziya herî mezin a li dijî gelê Kurd e. Heta ku Hikûmeta Çek Salih Muslim azad bike weke KCDK-E em ê li hemû deverên cîhanê li qadan bin û vê biryara sosret protesto bikin.

 ‘DI ASTA HERÎ JOR DE WÊ BÊ PROTESTOKIRIN’

Îro neberdana Salih Muslim tê wateya hevkariya şirîk a qirêj e. Gelê Kurd û dostên wa ji bo protestokirina vê rewşê û berdana Birêz Salih Muslim wê protesto di asta herî jor de lidar bixin. Wê li kolanên Prag û nûnertiyên Komara Çekê çalakiyê protestoyan bên geşkirin.Ev kiryar di şexsê Salih Muslim de li dijî hemû Efrîn, gelan û hemû Kurdistanê ye.

JI BO SIBE BANG

KCDK-E di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir:

“Sibe ji bo Salih Muslim ê ku wê saet 09:00’an derxînin pêşiya dadgehê di serî de divê Berlîn , Komara Çek, Polonya, Dresden, Halle, Leîpzîn, Hannover, Hambûrg, Kassel û her kesên li Ewropa dijîn li pêşiya navnîşana (Městský soud v Praze) Spálená 2, 12000 Prague kom bibe, bi rûhê seferberiyê rabe. Bang li hemû kesên xwedî rûmet, Kurdên bi wijdan, demokrat û rewşenbîran dikin ku li hemû deverên cîhanê li pêşiya nûnertiyên Komara Çek û Sefaretxaneyan bi hezaran kom bibin û protesto bikin.”