Kûrtûlan û Gumuş qala armancên xwe kirin

Namzeta HDP'ê ya Mersînê Fatma Kûrtûlan û namzeta Hatayê Paraşîn Gumuş qala karê xwe kirin.

Mîna her herêm û bajarî, HDP li Mersînê jî karekî berfireh ê hilbijartinê dike. Namzeta HDP'ê ya Mersînê Fatma Kûrtûlan got, "Demokrasî yek ji qadên me yên têkoşînê ye ku nebe nabe. Di demokrasiyê de jî şert e ku meseleya Kurd bi rengekî demokratîk bê çareserkirin."

Kûrtûlan her wiha diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin.

GUMUŞ: DIVÊ HEMÛ GEL BI RENGEKÎ WEKHEV CIHÊ XWE LI HER QADÊ BIGIRIN

Namzeta HDP'ê ya Hatayê Paraşîn Gumuş jî diyar kir ku ew xwendekarek e û xwe ji bo ezmûnên zanîngehê amade dike.

Gumuş got, jin, ciwan, bindest û hindekahî divê li her qada jiyanê, bi taybetî li siyasetê karibin cih bigirin.