Bûldan: 24’ê Heziranê wê bibe cejna azadiyê
Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan got 24’ê Hezîranê ne tenê hilbijartin e, wê bibe cejna azadî û vejînê ya gelan
Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan got 24’ê Hezîranê ne tenê hilbijartin e, wê bibe cejna azadî û vejînê ya gelan
Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan li Îdirê bi gel re hate cem hev. Alîkara Hevseroktiya DBP’ê Hacer Ozdemîr, namzetên HDP’ê yên Îdirê Habîb Eksîk û Kiznaz Turkelî jî hazir bûn.
‘EM AMADE NE KU VÎ WELATÎ RÊ VE BIBIN’
Hevseroka HDP’ê Bûldan got 24’ê Hezîranê Îdir wê du parlamenterên HDP’ê bişîne Meclîsê û domand, ‘’Piştî 24’ê Hezîranê em HDP, li gel Serokkomarê xwe yê ezîz Demîrtaş em amade ne ku vî welatî rê ve bibin.’’
‘BI NANÊ GELÊ ÎDIRÊ DILÎZIN’
Bûldan bal kişande ser zilm û zordariya AKP’ê ya 16 salên desthilatdariya wê, got ti kesekî ku ji zilma AKP’ê para xwe nestandibe nemaye, bal kişande ser girtina deriyê sînor ê Îdirê ya li bazirganiyê û got, ‘’Têkiliyên we yên siyasî nahêle ku gelê Îdirê mehekê debara xwe bike. Hûn ji bo berjewendiya xwe li Îdirê bi nane kedkaran dilîzin.’’
‘AN TARÎTÎ AN RONAHÎ’
Bûldan got dema wê hatiye ku ‘ampûlên AKP’ê 24’ê Hezîranê werin teqandin’ û domand ‘’24’ê Hezîranê bi tercîha ku wê were kirin an wê tarî were hilbijartin an jî ronahî, an em ê ji AKP’ê re bibêjin, TAMAM an jî ji HDP’ê re bibêjin DEWAM. Ji bo ciwanan û zarokên me ev ê bibe biryareke girîng’’.
‘JI BO KU EM DAWÎ LI ŞER BÎNIN’
Hevseroka HDP’ê Bûldan bal kişande ser girîngiya hilbijartina 24’ê Hezîranê û got ew ê destûrê nedin ku hikûmeta AKP’ê şer bidomîne, wê destûrê nedin ku li dijî daxwaza demokrasiye li ser faşîzmê raweste û 24’ê wê ew ê dawî li Rewşa Awarte bînin.
‘TU WÊREK BÎ DEMÎRTAŞ DERXE PÊŞBRÎ XWE’
Bûldan rewşa girtîbûna Demîrtaş bi bîr xist, got li dinyayê mînaka wê nîne ku namzetê Serokkoomariyê girtî be, gotin anî ser devjeniyên Erdogan ên li ser Demîrtaş û got, ‘’Derbarê 6-8’ê Cotmehê yek doza Dmeîrtaş tine. Doza demîrtaş a azadî û ramanê ye. Serokkomar bêyî ku fedî bike derwan dike’’ û wiha bang li Erdogan kir, ‘’Heke tu wêrek bî Demîrtaş derxîne pêşberî xwe.’’
‘KURD WÊ KOALÎSYONA AKP-MHP’Ê JI BÎR NEKIN’
Bûldan li ser tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê jî got, ‘Kurd ti caran wê vê ji bîr nekin’’. Buldan li ser komkujiyên dewleta Tirk ên li bajarê Kurdistanê got, ‘’Em ê ti caran Roboskê ji bîr nekin. Em ê mirovên ku li Cizîrê bi saxî hatin şewitandin ji bîr nekin. Me soz daye malbatên ku zarokên wan hatine kuştin. Me soz daye Sûr, Gever û Nisêbînê. Em ê 24’ê Hezîranê vê alayê bilindtir bikin.’’
‘GEL WÊ LI SENDOQAN XWEDÎ DERKEVE’
Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan herî dawî dek û dolabên AKP’ê yên bi daxwaza ku HDP’ê di bin bendê de bihêlin bi bîr xist û got, ‘’Gelê me wê derseke baş bide wan. Ev ders 24’ê Hezîranê wê were dayin, em bi we bawer in. Bila her kes li dengê xwe û sendoqê xwe derkeve.’’