Bûldan banga ji bo 4 wekîlan li gelê Agiriyê kir

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Agiriyê axivî û got temenê Erdogan heta 24’ê Hezîranê ye.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di çarçoveya xebatên 24’ê Hezîranê de li Agiriyê bi gel re civiya. Bûldan diyar kir ku temenê AKP’ê heta 24’ê Hezîranêye.

Bûldan got ku, “Esnafê Agiriyê nikare debara xwe bike. Ji xeynî bêkarî û betaliyê AKP tiştek neaniye Agiriyê. Li Agiriyê cotkarî û xwedîkirina heywanan qedandin. Hemû zozan û çêrê bi destê AKP’ê hatin qedexekirin. Li Bazîdê peykerê Ehmedê Xanî ji aliyê qeyyûm ve hate hilweşandin. Lê ev gel her dem li ser piyan e û ew ê xwedî li parlementer, şaredarî û îradeya xwe derkeve.”

Bûldan bangî gelên Agiriyê kir ku bila  di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de xwedî li HDP’ê derkevin û her 4 parlementerên HDP’ê bişînin meclîsê û Selahattîn Demîrtaş bikin serokkomar.

Bûldan got ku, “Me soz daye malbatên Roboskiyê, yên Zîlan û me soz daye malbatên qetlîamên Enqere û Sûrûcê. Wekî ku me soz daye dayîk û zarokan, em ê aştiyê bînin welat û ji bo vê jî divê AKP biçe. Demeke kurt maye, em ê mal bi mal, gund bi gund bigerin û her kesî qanih bikin. Divê li Agiriyê em her 4 parlementerên xwe bişînin parlementoyê.”