Demîrtaş di çapemeniya Elmanyayê de : Ez ê bimînin ji tûra duyemîn re
Namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş mulakat da ajanseke Elmanyayê ya ku di gelek weşanên Elmanyayê de hate weşandin û got, “Di tûra duyemîn de ez ê jî hebim.”
Namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş mulakat da ajanseke Elmanyayê ya ku di gelek weşanên Elmanyayê de hate weşandin û got, “Di tûra duyemîn de ez ê jî hebim.”
Demîrtaş ji girtîgehê bersiv da ajansa DPA ya Elmanyayê. Hevpeyvîna bi Demîrtaş re di rojnameyên wekî Frankfûrter Allgemeîne Zeîtûng (Faz), Frankfûrter Allgemenîne Zeîtûng û Der Standaardê de hate weşandin.
BI MILYONAN KESÊN LI DERVE KAMPANYAYÊ BI RÊ VE DIBIN
Demîrtaş li ser pirsa şertên girtîgehê got ku, “Ligel hemû dijwariyan ez gelekî baş im û moralê min baş e. Em du kes di hucreyeke biçûk de ne. Mafê me yên radyo, tv û rojnameyê heye. Her hefte bi qasî saetekê em dikarin malbata xwe bibînin. Di hefteyê de bi qasî 4 saetan mafê me yê sporê heye.”
Demîrtaş diyar kir ku ew ji girtîgehê nikare kampanyayê bi rê ve bibe û got, “Bi peyamên biçûk ên ku ez ji parêzerên xwe re dişînim, ez dikarim xwe bigîhînim hilbijêran. Bi milyonan hevalên min li derve kampanyayê bi rê ve dibin.”
DI TÛRA DUYEMÎN DE EZ Ê HEBIM
Demîrtaş li ser pirsên tûra duyemîn jî got ku, “Ez ê bimînin ji tûra duyemîn re. Ez ji vî tiştî bawer dikim û ji bo vî tiştî ez baweriyê bi gelê me tînim. Hilbijartina 24’ê Hezîranê ne şanseke dawîn e. Têkoşîna demokrasiyê ew ê bi her awayî bidome û ew ê teqez rojekê bigihêje armanca xwe.”
DERDÊ MIN NE ERDOGAN E, EZ LI DIJÎ FAŞÎZMÊ ME
Demîrtaş got ku, “Derdê min ne ew e ku kesekî din were şûna Erdogan. Ez li hemberî pergala yekzilamiyê, demokrasiyê diparêzim. Ev ne dijberiya Erdogan e, ev dijberiya faşîzmê ye.”
Demîrtaş têkildarî dahatûya Tirkiyeyê jî got ku, “Heke mûxalefet bi ser nekeve jî, em ê têkoşîna siyasî bidomînin. Em ê nehêlin faşîzm serdest bibe û zêdetir xisarê bide civakê. AKP êdî nikare tiştekî baş ji Tirkiyeyê re bike. Bi vî awayî mixabin ew ê Tirkiye her dem têk biçe.”
Demîrtaş qala bandora AKP-MHP’ê ya li ser Kurdan kir û got, “Kurd bi dengekî bilind dibêjin ku ew ne mecbûrî vê tifaqa faşîst in. Em ê bandora vî tiştî di sindoqê de bibînin. Êdî Kurd piştgiriyê nadin AKP’ê.”
DI NAVBERA KURD Û TIRKAN DE KÊŞE TUNE, PROBLEM BI DEWLETÊ RE HEYE
Demîrtaş diyar kir ku di navbera Kurd û Tirkan kêşe tune û got, “Li Tirkiyeyê di navbera Kurd û Tirkan kêşe tune, di navbera Kurdan û dewletê de problem hene. Hikumet Kurdan tune hesap dike û ji ber vê jî kêşe pêk tên. Dewlet di medyayê de antîprogandaya HDP’ê dike. Em jî dixwazin vê ferasetê hilweşînin û xwe rast bide îfadekirin da ku hilbijêr dengê xwe bidin me.”
DOZA KURDAN NE KÊŞEYA ‘TERORÊ’ YE
Demîrtaş bersiv da rexneyên ku HDP ne zêde dûrî PKK’ê ye û got, “Me deng ji gel stendiye û em partiyeke zagonî ye. Em ne PKK’ê, lê kesên ku deng dane me, em wan temsîl dikin. Di warê şîddetê de jî helwesta me diyar e, em li dijî şîddetê ne. Em li dijî vî tiştî ne, ku dewlet bi rêya şîddetê jî doza Kurdan bike têkoşîna li dijî ‘terorê.’”
Demîrtaş diyar kir ku heke ew bibe serokkomar ew ê roj berî rojekê Rewşa Awarte rake û got, “Ji bo destûra bingehîn a nû ez ê bibim pêşeng. Ez ê Rewşa Awarte rakim û reformên demokratîk bidim destpêkirin û ez ê pêşiya rêya pergala parlementer vekim.”