Li Cizîr û Silopiyayê merasîmên girseyî yên buroyên hilbijartinê
HDP'ê li Cizîr û Silopiyayê bi beşdariya bi hezaran kesî buroyên hilbijartinê vekir. Malbatên ku zarokên wan di berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bûn tevlî merasîmê bûn.
HDP'ê li Cizîr û Silopiyayê bi beşdariya bi hezaran kesî buroyên hilbijartinê vekir. Malbatên ku zarokên wan di berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bûn tevlî merasîmê bûn.
Buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya li navçeya Cizîr a Şirnexê bi beşdariya bi hezaran kesî hate vekirin. Piştî fitarê, bi hezaran kesî berê xwe dan taxa Nûrê ji bo tevlî merasîma vekirina buroya hilbijartinê bibin.
Namzetên HDP'ê Hasan Ozguneş û Serdar Kunî bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana HDP'ê" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikeve" ji aliyê girseya gel ve hatin pêşwazîkirin.
Di serî de dayika Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç Esmer Tûnç, malbatên şehîdên berxwedana xwerêveberiyê jî tevlî merasîmê bûn.
Namzet Serdar Kunî, êşên ku gelê Cizîrê kişandiye, siyasetmedar û wekîlên girtî bi bîr xist û got, 24'ê Hezîranê wê hesab bê pirsîn.
Hasan Ozguneş jî destnîşan kir ku gelê herêma Botanê ti carî serî li ber zext û zilmê netewandiye û ev yek jî her wextê îspat kiriye.
Merasîma vekirina buroya hilbijartinê ya Cizîrê bi gerandina govendê qediya.
SILOPIYA
Cihekî din ku buroya hilbijartinê lê hate vekirin, navçeya Silopiya bû. Bi hezaran kes tevlî merasîma li taxa Cûmhûriyetê bûn. Namzetê HDP'ê yên parlamenteriyê Nûran Îmîr û Huseyîn Kaçmaz û malbatên şehîdên berxwedana xwerêveberiyê jî tevlî merasîmê bûn. Pankartên bi nivîsa "Mirovekî baş Demîrtaş" û "Em dikarin" li qadê hatin daliqandin.
Namzet Huseyîn Kaçmaz li merasîmê axivî û got, wê ji hilbijartina 7'ê Hezîranê bêhtir dengan bi dest bixin. Nûran Îmîr jî bang li hemû welatiyan kir ku ji bo hilbijartinê bixebitin.
Piştî axaftinan, jinên ku zarokên wan di dema berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bûn, buro vekirin.
MÊRDÎN
Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê di çarçoveya karê hilbijartinê de li Dêrik, Mîdyat û Kerboranê serdana gelek gundan kir. Namzetên HDP'ê yên Mêrdînê jî tevlî serdanan bûn.