ROJEVA 3'Ê HEZÎRANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Hezîrana 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wê werin şopandin.

- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye wê were şopandin.

- Nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Mijdarê wê werin şopandin.

- Namzeta HDP'ê ya parlamenteriyê Oya Ersoy işaret bi girîngiya hilbijartinên 24'ê Hezîranê kir û got, "Ev welat ya bi wê bi dîktatoriyê bê birêvebirin, ya jî wê Tirkiyeyeke nû ya wekhev, azad, laîk û demokratîk ava bibe."

- Namzetê HDP'ê yê Bedlîsê Celadet Gaydali got, Walî û Qeymeqamên Tirk ên li Bedlîsê bi bombekirinê gefê li keya, gundî û gel dixwin.

- Ji ber germê, ku di meha Remezanê de gelekî dijwar e, welatiyên Amedê berê xwe dan bin siya sûrên dîrokî û parkan.

- Gundiyên Bêdehê yê navçeya Kanîmasî ya Başûrê Kurdistanê ku ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hate bombekirin, nerazîbûneke mezin nîşanî êrîşan dan.

- Gerîla Dilêr Amed ku xewn û xeyala bi deh hezaran kesên li zindanê bi cih anî, qala rêwîtiya xwe ya ji zindanê ber bi çiyayên azad ve kir.