Li Colemêrgê leşkeran êşkence li çar şivanan kir

Derket holê ku li Şemzînana Colemêrgê leşkerên Tirk êşkence li şivanên bi navê Nasir Taş, Ramazan Aktaş, Îsmaîl Arap û Mûhsîn Çavşî kirine.

Hatibû ragihandin ku şivanên ku li mezraya Binaharê ya gundê Nêrdûşe ya Şemzînanê dijîn ên bi navê Nasir Taş û Ramazan Aktaş êşkence li wan hatine kirin. Derket holê ku li du şivanên din jî êşkence hatiye kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li şivanên bi navê Îsmaîl Arap û Mûhsîn Çavşî yên ku li ser nifûsa Ûrmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê ne jî êşkence hatiye kirin.

Arap û Çavşî diyar kirin, ji ber ku ew ne hemwelatiyê Tirkiyeyê ne, êşkence li wan hatine kirin.

Serokên baroyên Colemêrg, Wan û Amedê jî çûn serdana kesên ku êşkence li wan hatine kirin û diyar kirin ku ew ê raporê amade bikin.

Parêzeran piştî serdanê li Şemzînanê li ser Rêya Cûmhûriyetê daxuyaniya çapemeniyê dan. Serokê Baroya Colemêrgê Zeydîn Kaya diyar kir ku li dijî leşkerên ku êşkence kirine, lêpirsîn hatiye destpêkirin lê dosya hê neçûye ber destê dozgeriyê. Kaya diyar kir ku leşkerên êşkence kirine ji aliyê gundiyan ve jî hatine teşxîskirin.