Serokê KONGR-GEL Remzî Kartal li bajarê Orebroyê yê Swêdê axivî û bal kişande ser êrîşên qirker ên ser siyaseta Kurd.
Kartal got, Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, hin parlamanter girtî ne û li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye. Kartal got, hilbijartina ku di nav van şertan de pêk tê ji bo Kurdan û bindestan çendî girîng e.
'ÇAVÊ LEHENGÊN AZADIYÊ LI VÊ HILBIJARTINÊ YE'
Kartal diyar kir ku çavê hemû lehengên têkoşîna azadiyê û yên ku berdêl dane li hilbijartina 24'ê Hezîranê ye û got, girîng e bê Kurd wê çawa bersivê bidin konsepta taybet û şerê dijî Kurdan. Kartal got, "Gelê me wê bikaribin bersivê bidin vê konseptê? Erdogan her tiştî seferber dike. Armanc ew e ku HDP'ê di bin bendê de bihêlin. Heke HDP di bin bendê de bimîne Erdogan wê desthilatdariya xwe qeyîm bike. Heke ji bendê derbas bibe, diyar e bê ka Erdogan û çeteyên wî wê li çi rast werin. Ji bo vê jî bi hemû hêza xwe bi ser HDP'ê û welaparêzan de diçe."
Kartal diyar kir ku Erdogan hemû saziyên dewletê bi dest xistine û her cure neyêniyan bi bikaranîna saziyên dewletê dike. Kartal got, divê hemû Kurdistanî û hêzên demokratîk hay ji vê hebin û bizanibin ku Erdogan çendî bi taloke dilîze.
'TENÊ KU HDP'Ê DI BIN BENDÊ DE BIHÊLIN DIKARIN DESTHILATDARIYA XWE BIDOMÎNIN'
Kartal bi domdarî got, Erdogan û Bahçelî ji bo HDP'ê di bin bendê de bihêlin her tiştî dikin, hay jê hene ku tenê HDP'ê di bin bendê de bihêlin ew dikarin desthilatdariya xwe bidomînin. Kartal destnîşan kir ku divê partiyên di nav 'Tifaqa Millî' de zanibin ku HDP bendê derbas neke ew ê jî têk biçin.
HILBIJARTINA 24'Ê HEZÎRANÊ FERSENDEKE DÎROKÎ YE
Kartal bi domdarî diyar kir ku hilbijartina 24'ê Hezîranê ji bo Kurdan û dostên wan fersendeke dîrokî ye, ji bo vê divê kêfareteke mezin bikin û got: "Em dikarin Erdogan hilweşînin. Em dikarin faşîzmê, MHP'ê hilweşînin. Şertê vê ew e ku em gel bibin ser sindoqê û serketineke mezin bi dest ve bînin. Divê em careke din 7'ê Hezîranê bijîn. Hilbijartina 24'ê Hezîranê ji ya 7'ê Hezîranê girîngtir e."
Kartal herî dawî bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku bi berpirsyariyeke mezin tevbigerin û ji bo ku faşîzma AKP-MHP'ê têk bibin seferber bibin.