Dengên derveyî welat çawa tên belavkirin û çima girîng in?

Dengdêrên li derveyî welat, bandorê li encama 87 herêmên hilbijartinê yên li Tirkiyeyê dike.

Nêzî 3 milyon welatiyên derveyî welat dijîn xwedî mafên dengdanê ne ku rêveberiya Tirkiyeyê diyar bikin. Welatiyên Derveyî Tirkyeyê di hilbijartina 7’ê Hezîranê de ji 1 milyon zêdetir deng bikar anîbû, di 1’ê Mijdarê de jî 1,3 milyon deng hatibû bikaraîn.

Dengên ji derveyî welat tên bikaraîn heta encamên belavkariya li herêmê ji aliyê hemû partiyên siyasî û namzetan ve tên şopandin. Hilbijartinek nîne ku dengên derve bandorê lê neke.

DENGÊN DERVE JI BO DERBASKIRIN BENDÊ XWEDÎ GIRÎNGIYEKE MEZIN E

Dengên derveyî welat ji bo îtifaqan girîng e. Lê ji bo derbaskirina HDP’ê ya bendê xwedî wate û girîngiyekî hê mezintire. Li gorî lêkolînê hatin kirin, dengên HDP’ê ji 10 ji sedî ye. Rêjeya dengên derveyî welat ên HDP’ê dema li ser rêjeya giştî ya dengên HDP’ê bê zêdekirin bi awayê nîv pile ye. Dema ku em rewşa îtifaqê li ber çavan jî bigirin ev rêyeya denga ji bo HDP’ê deh qad xwedî wate û girîngiye.

DENGÊN LI DERVEYÎ WELAT ÇAWA TÊN BELAVKIRIN?

Dengên li derveyî welat tên bikaraîn girîng in. Divê li gorî rêbazên belavkarî û encamên rast bê destgitin;

Li ser belavkariya dengên deveyî welat hê jî bi nakok in. Têkildarî vê mijarê hê jî sîstemek nehatiye rûniştkandin. Di rewşa niha de partiya ku xwedî dengên zêde ne,xwedî derfetên zêde ne.Li gorî hilbijartinên berê li derveyî welat AKP’ di rêza yekem û HDP jî di rêz duyemîn de bû. Dema ku em îtifaqan dengên Partiya Îyî li ber çavan bigirin dibe ku HDP di rêza sêyemîn de bê nîşandan. Ji bo vê derfetên di destê HDP’ê ku bibe duyemîn, wê îtifaq Mîllet derbas bike.

Dengên derveyî welat li ser rêjeya dengên wela ên li 78 herêmên hilbijartinê bê belavkirin. Bi mînakan em bidin famkirin.

Li Tirkiyeyê li nava welat bila 48 milyon deng hebe. Bila li Stenbolê li herêmên hilbijartinê 3 milyon deng hatibe bikaraîn. Rêjeya dengên li derveyî welat hatî bikaraîn weke 1,5 milyon be. HDP 300 hezar, AKP 825 hezar, CHP 255 hezar û partiyên din jî bila 120 hezar deng ji derveyî welat girtibe. Hejmra rêjeya giştî ya dengên li herêmekê hatî girtin, bi qasî hejmra dengên li herêmê derbas dibe, derbasdar e. Di vê rewşê de dengên li derveyî welat ji %6,25 (3 milyon/48 milyon) derbasî herêmên hilbijartinê yên li Stenbolê tê kirin. ji 1,5 milyon ji bo herêmên hilbijartinê yên Stenbolê 93.937 tê zêdekirin. Ev hejmar li ser partiyan li gorî rêjeya dengên wan ên derveyî welat tê parvekirin. Ji % 55 ya giştî 52.562 ji bo AKP’ê, bi giştî ji %20 jî 18,720 ji bo HDP’ê, bi giştî ji %17 15,937 ji bo CHP’ê û li ser partiyên din li gorî rêjeya dengên derveyî welat tê parvekirin. Têkildarî vê dengên welat ên partiyên îtifaq kirin li ser tê zêdekirin û tevlî dengên giştî dike.

Dabeşkirina dengan a ku ji bo herêma hilbijartinê tê veguhaztin jî li gorî rêjeya dengên derve diyar dibe. Partî li hemû herêmên hilbijartinê yên li Tirkiyê, ji dengên ku ji derve veguhaztine li gorî rêjeya dengên li derve wê bistînin. Partîler, li Colemêrgê jî, Uşak, Samsûnê jî, ji dengên derve li gorî rêjeya dengan a derve distînin. AKP heke li derve 55 ji 100’î standibe, wê 55 ji 100’î ya dengên dervey bistîne, li hemû derdorên hilbijartinê yên li Tirkiyê wê 55 ji 100’î yên dengên derve bistîne. AKP li Colemergê 5 ji 100’î bistîne jî wê 55 ji 100’î yên dengên derveyî derve bistîne. Ji bo HDP ev rêje 20 ji 100’î ye. Dengên HDP’ê yên li Yozgat, Kastamonu, Çankiri, Kutahya, Orduyê ku li derveyî Tirkiyê standine, ji yên nav Tirkiyê standine zêdetir e.

Em vegerin ser mînaka xwe; 93.750 dengên ku HDP’ê standin, wê 20 ji 100’ê wan li HDP’ê vegere. Ev jî dike 18.750. 7,5 ji 100’î yên dengên HDP’yê yên li derveyî Tirkiyê û Bakur dikeve ser dengê HDP’ê yên li Stenbolê. Go em bi bîr bînin ku li herêmên hilbijartinê yên 1 û 3’yan ên Stenbolê HDP bi 300 û 500 dengî parlamenterî winda kirine, heke ji bo HDP’ê 4.000 zêdetir deng bihatana bikaranin, li herêma 1’ê ya Stenbolê wê wekîlekî dî derbixistana. Heke 6,667 deng zêdetir ji bo HDP’ê bihatana avêtin hem li herêma 1’ê û hem li ya 3’yan HDP wê her yeke parlamenterek derbixista. Ev reqam her wiha wê bandor li 87 herêmên hilbijartinê bikira.

Dema ku mirov li encamê dinere ev rewş derdikeve pêşberî me;

Dengên derveyî Tirkiyê û Bakur, 7’ê Hezîranê rewşa 3 parlamenteran guherandiye.

Li Koceeliyê ku bi dengên nav Tirkiyê wê MHP’ê parlamenterek bistana, bi dengên derveyî Tirkiyê derbasî HDP’ê bûye.

Li herêma 2’yan a Izmîrê parlamentere ku bi dengên Izmîrê wê ji CPH’ê re biçûya çû ji AKP’ê re.

Li Amasya parlementerekî MHP’ê bi heman rengî ji AKP’ê re çûye.

Dengên derve 7’ê Hezîranê 2 parlamaneterên AKP’ê û 1 parlamenterên HDP’ê zêde kirine.

Dengên derve di hilbijartina 1’ê Mijdarê de rewşa 3 parlamenteran guherandiye. 1 parlamenter ji CHP’ê û 2 ji MHP’ê çûne.

Li Manîsayê parlamenterekî MHP’ê bi dengên derve ji AKP’ê re çûye.

Li Kirikkaleyê parlamentereî MHP’ê ji AKP’ê re çûye.

Li Denîzlî parlamenterekî CPH’ê bi dengên derve ji AKP’ê re çûye.

1’ê Mijdarê bi dabeşkirina dengên derv 3 parlamenterên AKP’ê zêde bûne. 1 ji CPH’ê kêm bûye û 2 ji MHP’ê.

Ev jî nîşan dide ku dengên derve tabloya meclîsê çawa diguherîne. Heke mirov bi bîr bîne ku encama 24’ê Hezîranê wê bibe destpêka rejîma nû ya Tirkiyê tê dîtin bê ka guherîneke biçûk a Meclîsê çendî girîng e.

Çend parlamenter di hin rewşên krîtîk de wê hêzê bi xwe re tîne ku dikarin destûrê biguherînin. Li ser mijara rakirina destlêndanê dengên AKP-MHP’ê têrê nedikir. CPH bi çend wekîlan deste da û destlênedan hate rakirin.

Di pergala nû de tifaq weke partiyekê têne qebûlkirin û li gorî vê deng dane dabeşkirin û ev jî nîşan dide bê ka bandora wê çendî zêde ye.