Li Leipzig û Freiburgê çalakiyên ji bo hilbijartinê

Li bajarên Leipzig û Freiburgê yên Elmanyayê, ji bo destek ji HDP'ê re bê dayin çalakî hatin lidarxistin.

Li Elmanyayê karê ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê dewam dike.

LEIPZIG

Li bajarê Leipzig ê Elmanyayê, bi pêşengiya Rojavasolî meşek hate lidarxistin û gelek rêxistinên çep ên Elman destek dan.

Meş li ser esasê modela xweseriya demokratîk a li Rojava, ji 5 baskên; femînîst, enternasyonalîst, ekolojîst, bloka li dijî nîjadperestiyê û bloka aştiyê hate kirin. her pênc bask li cihekî gihîştin hev û meşê bi vî rengî dewam kir.

Girseya gel piştre ber bi Bundesverwatungs Gerichtê ve meşiya û li ber wê mîtîngek li dar xist. Qisekeran bal kişandin ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê û xwestin, heyetek bi wesîleya hilbijartinê bê şandin.

FREIBURG

Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê, bi pêşengiya rêxistinên çep ên Elman, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Freiburgê û Meclîsa Jinê ya Nûda bi heman armancê meşek hate lidarxistin.

Çalakger li meydana Alte Synagoge li hev civiyan û bi qîrîna dirûşmên "Bijî HDP", "Jin, jiyan HDP", "Bijî berxwedana HDP'ê" ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Di meşê de wêneyên wekîlên HDP'yî yên girtî hatin hildan. Li navenda bajêr li ser navê çalakgeran daxuyaniyek hate dayin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li dijî neheqî û bêedaletiyê em destekê didin HDP û Demîrtaş û bang li her kesên xwedî wijdan dikin ku li nava heman refî cih bigirin."

Çalakger piştî daxuyaniyê li meydana Alte Synagoge vegeriyan, belavok belav kirin û piştre dawî li çalakiya xwe anîn.