Namzeta HDP'ê ya rêza duyemîn a herêma duyemîn a Stenbolê Oya Ersoy destnîşan kir ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de wê li ser rewakirin an jî redkirina rejîma yek şexsî deng bê dayin.
Oya Ersoy sê serdeman serokatî ji Halkevlerî re kir. Her wiha bi nasnameya xwe ya parêzerî û mafên mirovan tê naskirin. Di salên herî tarî yên 1990'î de 10 salan rêveberî ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) re kir, li Baroya Stenbolê, li Navenda Mafên Mirovan û Koma Parêzeran a Hemdem xebitî. Namzeta HDP'ê ya Stenbolê Ersoy ji ANF'ê re axivî.
Oya Ersoy diyar kir ku weke Halkevlerî, hem ji bo AKP'ê li sindoqan û kolanan qels bike, hem jî ji bo pêkhatina temsîliyeta gelê Kurd a li Meclîsê, yekemcar di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de wan banga destekkirina partiyekê kirin û ew partî jî HDP bû.
Ersoy da xuyakirin ku wê wextê tevî israrê jî ew nemû namzet, lê belê vê wextê ji bo avakirina welatekî demokratîk ew bûye namzet.
Oya Ersoy bi gotina "Ev welat ya wê bi dîktatoriyê bê birêvebirin, ya jî wê Tirkiyeyeke nû ava bike" bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 24'ê Hezîranê û got, "Li dijî zerara ku AKP'ê 16 sal in ji aliyê civakî, siyasî, çandî û aborî ve rê li ber vekiriye, em dixwazin welatekî laîk, demokratîk, wekhev û azad ava bikin."
Di dewama axaftina xwe de Ersoy ragihand, eger HDP nekeve parlamentê wê ji AKP heta MHP'ê ji Iyî Partî heta Partiya Saadetê, ji Demokrat Partî heta Huda-Parê wê dibe ku li meclîsê bên temsîlkirin û got, di rewşek wiha de wê li eniya çep valahiyeke mezin rû bide.
AKP DIXWAZE PARLAMENTERIYÊN HDP'Ê DESTESER BIKE
Oya Ersoy bal kişand ser zext û zordariya ku AKP li HDP'ê dike û got, "Eger HDP ji bendê derbas nebe, wê temsîliyeta demokratîk a gelê Kurd nebe, çepgir û alîgirên wekhevî û azadiyê wê li meclîsê neyên temsîlkirin û 80 parlamenterên HDP'ê jî wê yekser ji AKP'ê re bimînin." Ersoy da zanîn ku wezîfe dikeve ser milê hemû hêzên alîgirê demokrasiyê û diyar kir, ji bo piraniya endamên meclîsê ji AKP-MHP'ê re nemînin, divê teqez deng ji HDP'ê re bê dayin.
'JI BO AVAKIRINA WELATEKÎ AZAD Û WEKHEV, EV DESTPÊK E'
Ersoy diyar kir ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de du rê li ber gelên Tirkiyeyê ne û got, "Ya em ê di nava dîktatoriyekê de bijîn ku maf, hiqûqa me lê nîne û hemû biryar wê ji aliyê şexsekî ve bê dayin. Ya jî em ê li welatekî demokratîk bijîn ku her kes wê lê azad û wekhev bin.
Ev hilbijartin li gel têkoşîna me ya li kolanan, firsendeke ji bo pêşîgirtina li dîktatoriyê. Lewma em bang li her kesî dikin; ji b dîktatorî nebe rejîmeke destûra bingehîn û hilweşîna ku AKP'ê rê li ber vekiriye sererast bikin, em têkoşîneke hevpar bimeşînin. Cih ji bêhêvîtiyê re nîne. Li vî welatî, têkoşîna li dijî faşîzmê gelekî qewîn e û ne karekî hêsan e ku têkoşîna demokrasiyê were fetisandin. Sindoq firsendeke girîng e. Ji bo avakirina welatekî demokratîk, wekhev, azadı û laîk, ev yek destpêk e."