Li Amed û Wanê hunermend bûn hedef: 8 kes hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li Amed û Wanê girte ser malan û hunermend û şanoger jî tê de 8 kes destgîr kir.
Polîsên Tirk li Amed û Wanê girte ser malan û hunermend û şanoger jî tê de 8 kes destgîr kir.
Li dijî hunermend û şanogeran li Amed û Wanê serdegirtinên malan hate kirin.
Li Amedê hunermendê bi navê Şêrko Kanîwar di serdegirtina malê de hate destgîrkirin. Sedema destgîrkiriyê nehate zanîn.
Li Wanê jî hunermendên bi navê Kemal Yildirim, Emîne Aksoy, Saliha Ayata, Elîf Gemîcîoglû, Îlayda Kûtlar, Asmîn Acar û Ferhat Aslan hatin destgîrkirin. Sedema van destgîrkirinan jî nehate zanîn. Hate diyarkirin dibe ku hejmara destgîrkirinê zêdetir bibe.