Demîrtaş bersiva Erdogan da: Tê bersiva xwe 24’ê Hezîranê bigirî!
Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bang li Erdogan kir û got: “Tu li pişt min daxivî. Tê bersiv pêwîst 24’ê Hezîranê bigirî.”
Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bang li Erdogan kir û got: “Tu li pişt min daxivî. Tê bersiv pêwîst 24’ê Hezîranê bigirî.”
Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê rehîn tê ragirtin, bi rêya parêzerên xwe li ser hesabê xwe yê twîtterê payamek ji bo Erdogan şand.
Peyama demîrtaş wiha ye:
“Her roj li qadan û li ser ekranên televîzyonan tu min tewanbar dikî. Li vir dest û milê min girêdayî ne. Lê dîsa jî tu li pey min daxivî. Lê belê qey tu dibêjî dest û milê gel jî girêdayî ne? Gel wê di sindoqên hilbijartina 24’ê Hezîranê de berisva te heq kiriye bide te.”
Her gün meydanlarda, televizyonlarda bana iftira atmaya devam ediyorsun. Benim burada elim kolum bağlı. Yine de arkamdan konuşmaya devam ediyorsun. Ama halkın da eli kolu bağlı mı sanıyorsun? Hak ettiğin cevabı sana 24 Haziran'da, sandıkta verecekler. @RT_Erdogan
— Selahattin Demirtaş (@hdpdemirtas) June 2, 2018