Temellî gote Erdogan: Em ê te vemalin ser sergoya faşîzmê
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî ji bo xebatên hilbijartinê li Bedlîsê bû. Temellî bi gel re hate cem hev, bersiv da sûcdariyên Erdogan ên li ser Demîrtaş.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî ji bo xebatên hilbijartinê li Bedlîsê bû. Temellî bi gel re hate cem hev, bersiv da sûcdariyên Erdogan ên li ser Demîrtaş.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî ji bo xebatên hilbijartinê li Bedlîsê bi gel re hate cem hev.
Temellî bal kişande ser dewlmendiya çandî, pirrengiya Bedlîsê, got partiya wan HDP’ê ji pirrengiyê hêza xwe dikire, politikaya AKP’ê ya bi dijmatî ya li ser pirrengiyê destnîşan kir û got, ‘’Civakên qedîm ên ku bi hezaran sal in bi hev re dijî nabin dijminê hev. Ev dijminatî ji kû derket? Ji vê desthilatdariyê. Weke dîrokê bûyî, gelan li hev sor dikin û wiha hewl didin ku desthilatdariya xwe bidomînin. Dema wê ye ku em dawî li vê bînin.’’
Temellî encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê bi bîr xist, got HDP dengê xwe zêde kirin û li parlamentoyê vegeriyan, amaje bi AKP’ê kir û got, ‘’Ên ku dîn ji xwe re kirine amûra siyasetê encamên 7’ê Hezîranê qebûl nekirin û şer li hemû Tirkiyê belav kirin. Pirsûsê, Enqerê, Cizîrê, Sûrê bi bîr bînin. Anîn asteke wiha, dema ku referanduma Kurdistana Iraqê çêbû birayên me yên wir bi birçîbûnê terbiye kirin. Vê jî têrê nekir, bi jibermayên DAÎŞ’ê Efrîn dagir kirin.’’
Temellî pêvajoya Kobanê, helwesta Erdogan a li dijî Kobanê bi bîr anî, got, ‘’Serokkomarê wê demê got, ‘’Kobanê ti nemaye ku bikeve’’. Helwesteke ku dixwest Kobanê bikeve nîşan da. Li ser vê gelê me hewlesta xwe ya demokratîk nîşan da.’’
Temellî got Erdogan bûyerên 6-8’ê Cotmehê yên derbarê namzetê me yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş berovajî dike berovajî dike û got, ‘’ Diyar e bê ka kê ev bûyer kirin. Lê dîrokê jî tevlî hev dike. Dibêje, ‘’Bûyerên Kobanê yên 7’ê Hezîranê’’. Êdî nexweş e, hemû dîrokan tevlîhev dike.’’
BILA LI MECLÎSÊ KOMÎSYON AVA BIBE
Temelî bi bîr xist ji bo ku derkeve holê ka provasyon kirin derkve holê du caran pêşniyarname dane meclîsê û du caran jî bi dengên AKP-MHP’ê nehatiye qebûlkirin û got, ‘’Wekî tu sûcdar dikî, bila ev komîsyon werin avakirin, bila derkeve holê bê ka kî bêsûc e.’’
‘EM Ê TE VEMALIN SER SERGOYA FAŞÎZMÊ’
Temellî bi domdarî got, ‘’Bi binpêkirina destûrê namîne, tim sucdar dike û gel dixapîne. Hûn çi dikin bikin, Demîrtaş li hundir jî be, li derve jî be em HDP em ê te vemalin ser sergoya faşîzmê. 24’ê Hezîranê hemû bendên li ber demokrasiye em ê rakin. Em ê bibin kevir, bibin Demîrtşa û bi ser te de bibarin.’’
‘DEMÎRTAŞ NE QAMA TE YE’
Temellî êşkenceya li şivanan a li Şemzînanê rojevê bi bîr xist û got, ‘’Li şûna ku bela xwe di êşkencekran bidin li Demîrtaş didin. Ne kar û barê te ye ku bi bela xwe di Demîrtaş bidî, ev ji bejna te derbas dike. Tu pêşî li ser êşkencekaran lêpirsînê bide destpêkirin. Demîrtaş ne qama te ye. Tu siyasetê ne ji bo gel, ji bo qesrê dikî. Beriya bi 2 mehan tu digiriyayî û te digot ez siyasetê berdidim. Çi bû, tu bi fermanekê vegeriyayî. Vîna te tine.’’
‘BI QASÎ KU NIKARIBIN BIDIZIN DIVÊ EM DENGAN ZÊDE BIKIN’
Temellî bi bîr xist ku ji bo bibin endamên desteya sendoqê roja dawî ye, kesên ku nebûne endam bila serî lê bidin û got, ‘’Em ê bi hev re li sendoqan xwedî derkevin. Ji bo ku em ji arîşeyan xilas bibin e em ê bibin parçeyek ji çareseriyê. Em ê bibêjin dengek ji Demîrtaş re, dengek ji HDP’ê re . Dema ku deng pir zêde bin û nema karibin bidizin, ev ê jî şaş bibin û hemû dinya şaş bibe.’’
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî her wiha got, ‘’Em soz didin. Em ê li Bedlîsê bikin 3-0’’.