Dayikên Şemiyê, ji bo Naîf Ûmaz hatin ba hev

Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe ya vê hefteyê de ji bo Naîf Ûmaz ê piştî sala 1994’an hate destgirîkirin û windakirin hatin ba hev.

Dayikan vê hefteyê li berpirsê Naîf Ûmaz ê ku li navçeya Wêranşar a Rihayê sala 1994’an hate destgîrkirin û piştî 3 mehan û şûnde cenazeyê wî li goristana bêkesan hate dîtin pirsîn.

Dayikên Şemiyê di hefteya 688’an de li Qada Galatasarayê çalakiya ji bo aqûbeta windayan û kujer bên darizandin dewam kirin. Dayikan wêneyên windayan hilda û laçik û qurnefilan danîn ser pankartê. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Naîf Ûmaz ê di 7’ê hezîrana 1994’an de li Wêranşara Rihayê destgîrkirin û piştî 3 mehan cenazeyê wî li goristana bêkesan hat dîtin pirsîn.

Di çalakiyê de destpêkê birayê Hasan Ocak ê di 1995’an de li Stenbolê di binçavan de windakirin Alî Ocak axivî û got: “Bi salan e em li windayan digerin, lê encam nîne. Li herêmê ji ber pergala cerdevaniyê bi sedan kes winda kirin. Divê pergala cerdevaniyê bê betalkirin û cerdevanên sûc dikin bên cezakirin.”

Daxuyaniya vê hefteyê ji Mirovên Şemiyê Fatış Erdogan xwend û wiha got: “Edaleta ku neyê Galatasarayê, wê qet neyê Tirkiyeyê jî. Hikumetên heta îro hatin ser kar berpisyariya xwe bi cih neanîn. Dewlet li dijî binpêkirina mafê mirovan a giran berpirsyariya xwe înkar dike. Ev rewş dike ku ji bo edalet pêk neyê tu encam dernaxe holê. Vê hefteyê jî hat înkarkirin. Pêvajoyek adil a darazê nayê şixulandin. 24 sal e dosyeya Naîf Ûmaz di tariyê de maye û em bi vê dosyeyê li Galatasarayê ne.

Erdogan di dewama axaftina xwe de behsa çîroka windakirina Ûmaz kir û got ku piştî 3 meha cenazeyê Ûmaz li goristana bêkesan hat dîtin. Erdogan banga edaletê kir û xwest ku heyetek serbixwe ya lêpirsînê û lêgerînê bê ava kirin û lêpirsînê bike.

Piştî daxuyaniyê çalakiyek kurt a bêdeng pêk hat.