Li Parîsê bi hezaran kes di mîtînga HDP'ê de li hev civiyan

Li paytexta Fransa Parîsê, bi hezarna kes li dijî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê li meydana Bastilleyê li hev civiyan.

Li Parîsê, bi banga Koordînasyona Hilbijartinê ya Fransayê ku ji ACTÎT, ADHK, ATÎK, CDK-F, DÎDF, FEDA, SYKP, HDK-F, Odak, TJK-F, SKB, PPEKE û Komeleya Sînemîlliyan pêk tê, ji bo hilbijartinê mîtînga hate lidarxistin.

Bi hezaran mirovên ji gelên cuda li mîtînga hilbijartinê ya li meydana Bastilleyê li hev civiyan. Berdevkên Koordînasyona Hilbijartinê ya Fransayê Zeynep Bîrsel Ocak û Vedat Bîngol di destpêka mîtîngê de axivîn û gotin, "Ji bo gelên li Kurdistan û Tirkiyeyê di nava şert û mercên wekhev û demokratîk de karibin bijîn, yekane alternatnîf HDP ye. Ji bo HDP ji bendê derbas bibe, weke hemû gelên bindest û yên tine hatine hesibandin, em ê li Fransayê tevlî karê hilbijartinê bibin û roja 24'ê Hezîranê bi hev re dîktatoriya faşîst hilweşînin. Gelên xwe yên li Fransayê wê di navbera 7-19'ê Hezîranê de bersiva pêwîst bidin faşîzma AKP-MHP'ê."

Parlamenterê Mûşê yê HDP'yî Ahmet  Yildirim jî li mîtîngê axivî. Yildirim diyar kir ku hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji bo Partiya Demokratîk a Gelan û hemû gelan mîlad e û got, "Ji bo hesabê polîtîkayên qirêj ên sê salên dawî bê pirsîn, ku li ser xwîna ciwanên me hatin meşandin, 24'ê Hezîranê firsend e." Yildirim bang li hemû dengdêrên li Fransayê kir ku biçin ser sindoqan û bersiva pêwîst bidin faşîzmê û dîktatoriyê.

Wekî din, Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Fransayê Pierre Laurent, Parlamenterê Partiya Sosyalîst Eric Coquerel û nûnerê Partiya Keskan li mîtîngê axivîn.

Siyasetmedarên Fransayî xwestin HDP bi ser bikeve û destnîşan kirin ku mîna duh wê îro û sibe jî bi têkoşîna mafdar û azadiyê ya gelê Kurd, Tirk û hemû gelên din re bin.

Mîtîng bi stranên Farqîn Azad û Hozan Kawa qediya.