HDP wê dengek û wekîlêkî jî nede AKP’ê!

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li navçeya Xelat a Bedlisê bi gel re civiya. Temellî got, HDP wê di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de ne dengek û ne jî wekîlekî bide AKP’ê.

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî îro  li navenda bajarê Bedlisê, li navçeyên Tatwan û Guroymak bi gel re civiya. Temellî piştî van hevdîtin bi gel re li navçeya Xelatê jî bi gel re civiya.

Temellî di axaftina xwe ya li Xelatê de wiha got; “Di 24’ê Hezîranê de wê Tirkiye benda li pêşiya aşitiyê hilweşîne.”

Temellî wiha domand; “Em ê biçin Meclîsê û ji vî zilamî rizgar bibin. Em ê bi nasnameya xwe, bi rûmeta xwe li welatê xwe yê hevpar komara demokratîk ava bikin. Piştî 24’ê Hezîranê em ê hemû şaredariyên me yên ku hatine xesp kirin, paşve bigrin. Em ê li herêmê dîsan bibin desthilatdar”.

Temellî diyar kir ku wê namzetê serokkomariyê yê HDP’ê bimîne tûra duyemîn û wiha got; “Em ê di tûra yekem û tûra duyemîn de jî bibêjin Demîrtaş”.

Temellî ji bo berdana Demîrtaş banga ketina tevgerê li Dadgeha Destûra Bingehîn kir û wiha got; “Ger em dixwazin mafê hilbijêr û hilbijartinê pêk were, eger em dixwazin di şertên wekhev de lîstik were leyîstin divê Demîrtaş azad bibe.”

Temellî got YSK hevparê sucên di hilbijartinan de hatiye kirine û wiha got; “Weke referandûma 16’ê Nîsanê dîsan dengên bê mohr hene, veguhestina sindoqan heye. Ji bo HDP’ê di binê bendê de bihêlin vana hemû dikin. Bila li binê bendê de bimînin ku 80 wekîlên HDP’ê derbasî AKP’ê bibin. Lê em destûra vê nadin. Em ê dengek tenê û wekîlekî tenê jî nedin AKP’ê.”

Temellî nerazîbûn nîşanî veguhestina sindoqan da û wiha got; “Ji bo ku hûn dengê xwe nedin veguhestina sindoqan pêk tînin. Hûn sindoqan bibin ku derê em ê li wir bin.”

‘KARÊ DI 7’Ê HEZÎRANÊ DE NÎVCO MAYΠ EM Ê TEMAM BIKIN’

Temellî wiha dawî li axaftina xwe anî; “Karê me yê di 7’ê Hezîranê de nîvco mayî, em ê di 24’ê Hezîranê de temam bikin. Gelên Tirkiyeyê wê bersiva pêwîst bide  yên ku dixwazin me di binê bendê de bihêlin. Wê xwedî li sindoqên xwe derbikevin. Em ê vê rejîmê bixînin biavêjin ser sergoyê dîrokê. Wê demê wê aramî were vî welatî. Ji bo ku aramî were bê navber em xebatên xwe didomînin. Em ê 24 saetan kar bikin. Wê ronahiya me tarî nebe û em ê ronahiya Qesrê bitemirînin.”