Înîsiyatîfa Gavek Din: Veguhestina sindoqan operasyona diziyê ye

Înîsiyatîfa Gsvek Din biryara veguhestina 144 hezar sindoqên li  19 navçeyan a ku Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) dabû li pêşiya Midûriyeta YSK’ê ya Navçeya Beyoglû protesto kir.

Înîsiyatîfa Gavek din, biryara YSK’ê ya di bin navê ‘ewlehiyê’ de veguhestina 144 hezar sindoq li bajarên Kurdistanê li pêşiya Miduryeta YSK’ê ya Navçeya Beyoglûyê protesto kir.

Di çalakiyê de pankartên ‘Sindoq nayê veguhestin’ , ‘Biryara veguhestina sindoqan a YSK’ê bê qanûnî ye’, ‘Deng bidin HDP’ê, deng bidin Demîrtaş’ hatin hildan. Berdevkê Înîsiyatîfa Gavek Din Emre Ozturk got biryara YSK’ê ya veguhestina 144 hezar sindoqan ne li gorî qanûnan e.

Ozturk wiha domand; “Em dizanin li van bajaran pirsgirêkên ewlehiyê nîne. Tenê pirsgirêkêk heye ew jî pirsgirêka AKP’ê ya ewlehiyê ye. Lê mirovên li vir fatûrayên av û ceyranê didin û dema fatura tên dayîn kes qala pirsgirêka ewlehiyê nake û veguhestin çênabe.”

Ozturk got hikûmet dizane wê gel biçe ser sindoqan û tenê rêyek a hîleyan heye ew jî bi rêya YSK’ê dikin. Ji ber vê rêwşê bi zehmet dikin û binpêkirinan dikin. Ev operasyona diziyê ye.

Ozturk herî dawî banga xwedîderketina li sindoqan bi rûhê seferberiyê kir û  wiha got; “Ne dengek yê me yê were dizîn heye û ne jî sindoqeke me ya ku em ê bihelin bila were dizîn. Sindoqan bibin ku derê em ê biçin wir “

LI DIJÎ XESPKIRINA DENGAN BANGA SEFERBERIYÊ HATE KIRIN

Piştî Emre Ozturk, Berdevkê din yê Înîsiyatîfa Gavek Din Eyup Ozer axivî û wiha got; “Hemwelatiyên li rojavayê Tirkiyeyê çawa ku bi azad dengê xwe didin, hemwelatiyên li rojhilatê Firatê jî bi heman şêweyî divê dengê xwe bidin. Veguhestina sindoqan pirsgirêka hemû partiyan e. Divê li dijî vê biryara YSK’ê hemû kes têbikoşe.”