Artêşa Tirk li gundê Şikatê yê Şiyê komkujiyek pêk anî

Di encama bomberdûmana balafirên arêtşa Tirk a dagirker ya li ser gundê Şikatê yê navçeya Şiyê de herî kêm 3 welatiyên sivîl hatine qetilkirin.

Artêşa Tirk a dagirker îro saet di 14:00‘an bi balafiran bombe li malên sivîlan ên gundê Şikata yê navçeya Şiyê ya Efrînê barandin.

Piştî bomebebaranê welatiyên gundê berê xwe dane cihê buyerê û cenazeyê Nisret Osman yê 50 salî di bin enqazê derxistin û rakirin nexweşxaneyên Efrînê. Diyar kirin ku dibin xirbeyan de hê cenaze hene lê hê dernexistine.

Nisret Osman ji gundê Alkana ye koçî gundê Şikata kir.

Şêniyên gund ragihandin ku dibe xirbeyan de herî kêm cenazeyê 3 sivîlan hene.